Di cejnê de zêdetirî 200 hezar geştiyar hatine Herêmê
Bi boneya cejna remezana pîroz zêdetirî 200 hezar geştiyar berê xwe dane Herêma Kurdistanê û serdana deverên geştiyarî yên Kurdistanê kirine.
Berdevkê birêveberiya geştûguzarê ya Silêmaniyê (Aram Şiwan) ragihandiye ku; bi boneya cejna remezanê, nêzîkî 75 hezar geştiyaran serdana sinorên parêzgeha Silêmaniyê kirîne.
Berdevkê birêveberiya geştûguzarê ya Hewlêrê (Nerîman Fazil) jî diyar kiriye ku; nêzîkî 56 hezar geştiyaran di sê rojên cejnê de berê xwe dane parêzgeha Hewlêrê.
Her weha berdevkê birêveberiya geştûguzarê ya Helebçe (Çiya Qasim) aşkere kir û got; di rojên cejnê de zêdetirî 58 hezar geştiyaran berê xwe dane Helebçe û pêşbînî dikin ku hêjmar zêdetir jî bibe.
XELAT/ PUKMEDIA