Encumena Penaberên Kurdên Rojava sardana mezarê Mam Celal kir
Bi boneya şeşemîn salvegera koça dawî ya rewanşad serok Mam Celal, şandeke ji encumena penaberên kurdên Rojava-Sûriye sardana mezarê serok Mam Celal kir û baxe gulek li ser dîna.
Her weha şanda encumenê ji aliyê kak Azad Heme Emîn ve hate pêşwazîkirin û bi xêrhatina şandeyê kir û ji aliyê xwe ve jî, Hozan Efrînî jî spasî û pêzanînê xwe û şandeyê li hemberî pêşwaziya gerim da nîşandan.
Wek wefadariyeke nîştimnaî, şandeke ji Encumena Penaberên Kurdên Rojhav-Sûriye bi serokatiya serokê Encumenê Hozan Efrînî sardana mezarê serok Mam Celal kir û di wê barê de, Hozan Efrînî ji bo kenala Kurdsatnewsê ragihand; Hatina me bo ser mezarê serok Mam Celal wek wefadariyeke dîrokî ye ku me bi erkê xwe zanî ku em li hemberî keseyatiya karîzmeya kurd rewanşad Mam Celal wefadar bin û bi şandeke mezin ku ji kesayetiyên cuda cuda ên kurdên Rojavayê Kurdistanê pêkhatibû, bi danîna gul baxekê rewana serok Mam Celal şad kirin.
XELAT