Du Jinên Kurd Bûne Endamên Parlemena Ewropayê

Du Jinên Kurd Bûne Endamên Parlemena Ewropayê
Ji Çep Ozlem Demîrel û Evîn Încîr

Du jinên kurd ji bo endametiya di parlemena Ewropayê de biser ketin ku yek ji wan ji nûnertiya Almanyayê dike û ya dinê jî nûnertiya welatê Swêdê dike.

Herdu jinên Kurd yên bi navê (Ozlem Demîrel û Evîn Încîr) berê jî li Parlamentoya Ewropayê parlamenter bûn û herdu dîsa di hilbijartinên werza nû ya Parlemana Ewrûpayê de ku li seranserê welatên endamtiya Yekîtiya Ewropayê de birêveçûn de biser ketin.

(Ozlem Alev Demîrel) ji malbateke kurde li Meletiiyeyê ya Bakûrê Kurdistanê hatiye diniyayê. Sala 1989 -an de, dema temenê Ozlem’ê pênc salî bû, malbata wê koça Elmanya kir.

(Evîn Încîr) jî ji bajarê Amedê ya Bakûrê Kurtdistanê ye bû nûnera welatê Swêdê li parlemena Yekîtiya Ewropayê.

Hêjayî gotinê ye ku Parlemena Ewropayê 720 kursiyên wê hene ji nûnertiyên hemû welatê endamê Yekîtiya Ewropayê.

XELAT