Pizîşkeka Kurd a bajarê Silêmaniyê pileya yekemîn bidest xist

 Pizîşkeka Kurd a bajarê Silêmaniyê pileya yekemîn bidest xist

Pizîşka rêveberiya giştî ya tenduristiya Silêmaniyê (Dr. Lence Dilşad) li borda erebî di pisporiya tîşk û soner de li ser astê Êraqê pileya yekemîn bidest xistiye.

Rêveberiya giştî ya tenduristiya Silêmaniyê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku, Dr. Lence Dilşad ku xwendekareka borda erebî bûye kariye di pisporiya tîşk û soner de, pileya yekemîn li ser astê Êraqê bi dest bixe.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, sala borî di heman pisporiyê de sentera Silêmaniyê li ser astê welatên Erebî tekane senter bûye rêjeya derçûnê têde ji %100 bûye û 3`ê pizîşkên Silêmaniyê bi navên (Dr. Newa Ebdulhemîd, Dr. Herêz Cemîl û Dr. Adil Osman ji yekeman bûne.

Her weha amaje bi wê yekê jî kiriye ku bi destxistina pileya yekemîn di borda erebî de wê yekê piştrast dike ku astê fêrkariyê li sentera Silêmaniyê di biwarê tîşk û soner de di astekî bilind de ye.

 

XELAT