Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin
Bi armanca xurtkirina rola zanîngehan di avakirina civakê de û destekdayîna perwerda akademîk, roja şemiyê 9/11/2024, Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hejmarek akademîsyen, mamoste û rêveberên zanîngehên herêmê civiyan û têde giringiya avakirina Meclisa Zanîngehan hate gotûbêj kirin.
Her weha di civînê de ji bilî pesendkirina rêziknameya hundirîn ya meclisê, 20 endamên ku nûnertiya meclisên her sê zanîngehan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê di Rêveberiya Xweser de dikin, hatin hilbijartin.
Beşdaran di civînê de hevseroketiya Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Medya Hemşo û Xelîl El-Elî) hilbijartin.
XELAT