Çopî Fetah - SULTAN

Hunermenda Kurdistanî a deng xweş Çopî Fetah kilîpeke nû bi zaravayê Kurmancî bi navûnîşana (Sultan) weşandiye.

Çopî Fetah, sala 1983`yê li Kerkûkê ji dayîk bûye, hunermendeka kurdistanî ye. Stranên xwe bi zarveyê soranî û kurmancî distrê û xwedî ye çendîn stran û kasêtan e.

Li gorî wîkîpediayê, Çopî ji zarokatiya xwe ve hez ji muzîk û stranan kiriye. Ji 7 saliya xwe de çuye komeka koral li bajêra Haillo li Holendayê, li wir bi grupekî re stran gotîye û carna jî strana solo bi Çopî hatiye dayîn. Li dibistanê jî de Çopî gelek zîrek bûye û li salekê da bûye xwendevana yekemin li dibistana xwe. Çopî li 13 saliya xwe de çûye dibistana deng û ji bo ku bi awayekî zanistî tişteki ji zanista deng nasbike û hîn bibe 2 salan jî li vê dibistanê xwendiye. Li 16 saliya xwe de çûye cem Koma Berxwedan li akademiya kurdi li Almanyayê, li vir da Çopî zêdetir evîna wê ji bo muzîk û stranên zargotina kûrdî çûye.

XELAT