Jivanê Kewê – Jin û Demokrasiyet

Jivanê Kewê – Jin û Demokrasiyet

Çalakvana di biwarê Jinê de mamosta (Vejîn Dêwalî) radighîne ku, demokrsiyet take zamine ji bo parastina giyan û serwet û saman û mafê her kesekî û bi taybetî jî di berjewendiya jinê de ye.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin, li ser babetê (Jin û Demokrasiyetê) ye bi mêvandariya çalakvana di biwarê Jinê de mamosta (Vejîn Dêwalî) ye.

Mamosta Vejîn Dêwalî diyar kir ku, demokrasiyet destpêkê ji malbatê destpê dike û malpat jî baştirîn xwendingehe ji bo mirovî û tak û got: Eger jin bi awayekî demokrasî û dadwerane werer perwerde kirinê, dê kesayetiyek tendurist bête avakirin û dê rola xwe ya serekî di avakirina civakê de jî hebe.

Vejîn Dêwalî got jî; Hêjmara jinan di wezaret û parleman û rêveberiyên hikumî de kêm heye. Eve jî vedigere ser civaka me ku gelekî şerê jinê tê kirin û eger demokrasiyeteke rasteqîne û dadperwerane hebûye dê rêjeya jinê di hikûmetê de %50 bûya çûnkî jin ne kêmî zelamane.

Ew yekî jî anî ziman ku, gelek jin hene şiyana wan heye di warê siyasî û civakî û hizrî de ku bikare rola xwe bilîze di hukimraniyê de li Herêma Kurdistanê. Lê ji ber ku, demokrasiyeteka mafperwerane tuneye ku jin bibe serok û serkirde û wezîr bi rêjeyeka baş. Her weha di xebata rizgariya netewî ya Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê de jinê rolek gelekî karîger hebûye li ser miletî ku, jin bûye pêşmerge û şervan û jinê bergirî li miletê xwe kiriye û qurbanî dane heya ku em giheştine vê qonaxê.

Vejîn Dêwalî tekez li wê yekê jî dike û fdibêje: Eger demokrasiyeteke rasteqîne were bi cih anîn dê hemû pirsgirêk û arîşeyan çareser bike. Ji ber ku dema demokrasî hebe mafê kesî wê neyête xwarin, lê eger neyê bi cih anîn qurbaniyê sereke wê jin be.

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

XELAT