Li Salona Kurdistanî Nwê Pirtûka Nivîskar Aryan Mihemed Hat Nasandin
Îro roja şemiyê 9/11/2024 li Salona Kurdistany Nwê, semînarê nasandin û belavkirina pirtûka bi navûnîşana (Hawşarî Pişder -Segî Kurd û Şêrê Mezopotamiya) ji amadekirin û nivîsa rojnamevan (Aryan Mihemed) ku bi Mela Aryan tê naskirin birêve çû.
Di wê semînarê de derbarê, Segê kurdî û çawaniya dizîna nav û resentiya segê kurdî ku çavkaniya wê segê dervera Pişder ya li başûrê Kurdistanê ye.
Her weha ji aliyê mîvanan ve derbarê mijara pirtûkê û resentiya hebûna Segê Kurdî hate gotûbêj kirin.
Di dawiyê de dest bi dabeşkirin û îmzekirina pirtûkê hat kirin.
Ji aliyê xwe Encûmena Penaberan a Kurdên Rojava Sûriyê çepe gulek pêşkêşî nivîskarê hêja Ariyan Mihemed kir û pîrozbahiya pirtûka wî ya nû jî kirin.
Şanda Encûmenê bi serokatiya (Hozan Efrînî) serokê encûmenê û (Roşîn Serêkanî) berpirsa komîteya bilind a nûnerên Encûmenê û (Dawûd Çîçek) berdevkê Encûmenê pêkhatibû.
XELAT