Qasid pirin?
Helbest: Hasan Kordede

Qasid pirin?
Kurdo bese hev bernedin
Rûmet bi şehîdê xwedin
Dijmin li te davan vedê
Ma wê çi bi destê te din..
Kengê ji xewa dîl b'şiyar
Karê te be kurdî behar
Namîne tu bê kes û jar
Humhum bike karê xwediin..
Kanî deme lawo bezî
Îroj bi duh min got xwezî
Keskîn bike wek tim lezî
Dîsa were ew dil tedin..
Vîna te welat da kirî
Dil xatire beskin girî
Derdan li me tev hêwirî
Kes nanere qasid medin..
13/04/2024-Serzorî
Wêne Fewzi Bilge
*********
Bila mirin carek bê?
Te'in xweşê te çi jê ye
De bihêle te maçkim
Gerdenê te yî xelawî
Ji maçan ez lê bi xaçkim..
Gîsnê zerdînî lê dagrim
Şova çar gîsnî tev rakim
Tovê jînê ger hebû wa
Hûrik hûrik pê liqatkim..
Bila vîn bibe zevîyek
Xort û keçan her pê şakim
Bilbilê ahû keseran
Wan ji goristanan rakim..
Bi vîxanên jîn û vejînê
Rêbazek nûh lê peydakim
Da gul neçilmisin d'behar
Bihna hez kirin belav kim..
Xweda hezkirin daxistî,
Ez jî xwe têda riswa kim
Ger ku bi jehrê meyandî
Vî parî e zê tê da kim..
Ta ku zanim ew mirin be
Ji wê elestek xwe rakim
Bila bi çoş û ken xweşî
Mirina xwe jê wê parkim..
Da ku bêçar neçim gorê
Dijmin bi xwe tew şa nakim
Berxê nêr para kêrê ye
Her wê rojek bi mihvan kim..
Bila mirin yek be canê
Vî canî bo te feda kim
Cangorî yê vîna tebim
Çêtire ku xwe riswa kim..
15/04/2024-Serzorî
XELAT
