Çima Bextiyar Elî li ser `Hinar Dawî ya Dinyayê` digrî?

Çima Bextiyar Elî li ser `Hinar Dawî ya Dinyayê` digrî?

Nivîskar û Ronakbîrê Kurd ê Başûrê Kurdistanê Bextiyar Elî dibêje ku her carê ew romana xwe ya bi navê `Hinar Dawî ya Dinyayê` dixwîne ew digrî.

Bextiyar Elî weha dibêje: Eger ez rastgo bim, dema ez dinivîsim tu carî ez nagirîm belku hindek car ez dikenim, lê pir kêm dikebnim, lê ez negiryame, lê belê her carê ku ez romana xwe (Hinara Dawî ya Dinyayê) bixwînim li dawiyê ez pir digrîm.

Dibêje jî `Ger ez bimirim û destûr bê dayîn ku tenê pirtûkek xwe bibim wê dinyayê, ezê di nav hemûyan de (Hinara Dawî ya Dinyayê) bi xwe re bibim. Dikarim bibêjim romana min a herî kesane (şexsîyane) ev romane. Na, ez nabêjim karakterên wê dişibin min, belku tevahiya romanê, bi hemû aliyên xwe yên rasteqînî, sembolîk û xeyalî, amajeye ji bo xemgînî û derûniya min. Carinan ez (Hinara Dawî ya Dinyayê) wekî (Jînenîgarî) xwe ya taybet, wekî curek ji biyografiya sembolîk lê dinêrim.

XELAT