Xemla jîyanê xewn û xeyal e!

Xemla jîyanê xewn û xeyal e!

Nivîskar: İkram Oguz

Di dema zarokatîya min da mezinan temî li me dikirin û digotin, ku mirov li vê dinyayê bi kî û kê ra hevaltîyê bike, li dinya wîyalî jî bi wî û wê ra heşir û neşir dibe.

Ji bo vê yekê ji me dixwestin, ku em ji xwe ra li heval û hogirên baş bigerin, bibînin û bi wan ra hevaltîyê bikin, ku ji herdu dinyayan jî nebin…

Em jî gor daxwaz û temîyên wan li heval û hogirên baş û qenc digerîyan…

Li gund û di nav hemsalên xwe da.

Lêbelê gund piçûk, em hemû zarok jî kêm zêde wekhev…

Di her xalî da dişîbîyan hev…

Başî û xirabîyên me jî hevpar bûn…

Jixwe me di ser pozê xwe ra zarokek baş nedidît û lê jî nedigerîyan.

Ew dinya me ya piçûk, jîyana me ya gor wê demê bi kêf û henek, bi lîstikên xwezayî derbas dibû, li paş ma û ji bo me jî bû dîrok.

Gund xirab û vala bûn, jîyana di dêrisên gundan da jî hate guhartin.

Ne kêf û henekên berê, ne jî lîstikên xwezayî man.

Dinya di bêrika herkesî da ye û ha zarok ha mezin, herkes di wê da ji xwe ra li heval û hogiran digere, hevaltî û hogirtîya ‚elektronîk‘…

Ew jî pirîcaran dibe serêş û xewa merîya direvîne.

Loma di nav wê dinyayê da zêde nagerim.

Di nav pelên pirtûkan da li jîyanên xweş û balkêş digerim…

Dibînim jî…

Ev çend roj e, di nav rûpelên Ulysses a James Joyce da wenda bû me.

Ji şiverêyek derdikevim, derbasî şiverêyeke din dibim…

Romaneke qalind…

Qasî qalindîya xwe jî rengîn û tevlihev…

Joyce di romanê da qala rojeka ku sed sal berê li Dublîne derbas bûye, dike.

Ez jî hefteyeke, bi lehengên Joyce ra û di wê roja sed sal berê da dijîm…

Rûpel li pey hev diqulibin, lêbelê dem derbas nabe.

Pirtûk 1176 rûpel û ji 18 beşan pêk tê…

Her beş kêm zêde 50-60 rûpel e.

Ez jî di rojê da beşek dixwînim, ku heft beş qedîyan, lêbelê dem hê danê sibê ye.

Ev hefteyeke, ez li Dublîna sed sal berê da û hê di nîvê rojê da me…

Di nav civateke rengîn û aram da…

Wek temîyên mezinên me yên berê, mirov roja xwe bi çi rengî û bi kî û kê ra derbas bike, şeva merîya jî gor wê derbas dibe.

Ya bi xewn û xeyaên rengîn va dixemile…

Ya jî bi xewnexofên tirsnak va diherime.

Jîyana li welatê me ji xwe li ber çavan e û ne hewceye mirov qala aramî û rengînîya wê bike…

Lêbelê mirov di huner û çanda kurdan ya îroyîn da jî êdî rengînî û aramîyê nabîne…

Bi hineken ra dikewice û xemgîn dibe…

Bi hinekan ra diqahire û bi hêrs dikeve…

Bi hinekan ra jî dîn û har dibe û li kesayetîya xwe digere…

Jîyana li Dublîna sed sal berê jî, ji jîyana me ya îroyîn dewlemend û rengîntir e…

Ev hefteyeke di nav wê rengînîyê da rojên min derbas dibin…

Şevên min jî bi xewn û xeyalên rengîn va dixemilin…

06.03.2024

ikramoguz@navkurd.net

XELAT