Kêşeyên Malbatî Li Derve

Kêşeyên Malbatî Li Derve

 Nivîskar: Shahîn Bekir Soreklî

 

Di nav çend salên dawîn de kirîzên malbatî li bajarên mezin yên cîhanê, lê bi taybetî li welatên rojavayî zêde bûn. Li hinek welatan ji 3 zewacan yek, yan zêdetir, bi ser nakevin. Li milê din, bikarhanîna zorê di hindir malê de sal bi sal zêdetir dibêye û hejmara zarokên ji mal û xwendegehan direvin di zêdebûnê de ye. Van kêşeyên civatî tevlihev û pirralî ne û gellek sedemên wan hene, wek dijwartirbûn û kompleksbûna rewşa jiyanê, bêkarîyê, guhertinên rolên jinan û peyan, pêdiviya bi pereyan ji bo kirrîna tiştan û keyfê, lîberalkirina qanûnên derbarê ciwanan de, parastina mafên zarokan ligor qanûnên dewletê û gellekên din. Wekî tê zanîn, li hinek welatan kêşeyên malbatî veşartî dimînin.

Ji bo malbatine koçber û penaber hîn kêşene din jî dikarin li ser yên li jor zêde bibin. Bicîhbûna malbatekê li welatekî nû ku tê de hema-hema her tişt ji welatê berê cuda ye ne hêsan e. Hinek ji mezintirîn gelşên malbatên koçberan û penaberan bikarhanîna zora li dij jinan û problêmên di navbera bav-û-dayan û ciwanan de ne. Di vê kurtegotarê de em ê li ser mijara xwe bi ciwanan ve girê dide rawestin.

 Dema mirov li welatên ewropayî û yên wek Australya û Keneda civatine koçberan bide ber çav, baş aşkere dibe ku di navbera bav-û-dayan li alîyekî û ciwanan li alîyê din de kêşe hene. Ciwanên ku kêşeyên wan ligel malbatê hene bi pirranî behsa wê yekê dikin ku bav-û-day ji wan çaverê dikin ku ligor erf û toreyên welatên ew jê hatine di jiyana xwe de gavan ranin, ku azadîya wan dihêt sînorkirin, ku hêviya ji wan dihêt kirin ji taqeta wan bilidntir e û her weha. Zarokên malbatên koçber, bi kêmasî di salên destpêkê de, di nav du cîhanên ji hev û din cuda de dijîn, cîhana li mal û ya li dervayê malê. Bi encama vê rewşê kirîzên malbatî dest pê dikin û zêde dibin. Wekî xuya ye li welatên rojavayî lêxistina zorokan qedexe ye. Bav-û-dayên ku weha bawer in lêdana bi sînor ji bo “terbiyakirina” zarokan bi kelk e (bi fayde ye) nema dikarin vî çekê ku li welatê wan di dest wan de bû bi kar bihînin. Zarok, li milê din, li xwendegehê û di nav civata nû de fêre mafên xwe, yên ligor qanûnên welatê nû, dibin. Jê bêhtir, gellek bav-û-dayên ku bi zimanê welatê nû baş nedizanin û têkiliya wan ya bi civata nû re bi sînor e ji rê û şêweyên danûstendina ligel zarokan, wekî ku civateke li bajarekî mezin û welatekî biyanî çaverê dike, ne haydar in; yan pê ne bawer in. Hinek bavên koçber yan penaber dest pê kirine bibêjin, “Ne sîstêma vî welatî dikare ji heqê terbiyakirina zarokên me derkeve, ne jî rê dide me da ku em li gor zanibûna xwe wan xwedî bikin.” 

 Çiqa malbatên kurd yên li derve kêsheyên malbatî veşêrin jî, êdî aşkere ye ku van kêşeyan di nav wan de jî hene. Jê bêhtir, di nav hinek civatên Kurdan de kêsheyên di nav ciwanan de sînorê veşartinê derbas kirine. Ligor nivîsareke Alan Soltanî, bi salan berê kêşeyên mezin di nav ciwanên Kurd de dest pê kirine. Di nivîsareke xwe de (Kovara Melbend, 03/2006, London), radigihîne ku di nav ciwanên ji bashûrê Kurdistanê de, ku li bajarên brîtanî dimînin, kêşeyên wek reva ji xwendegehan û beşdarbûna di kiryarên neqanûnî de sînor derbas kirine. Ligor wî, mirovkujî, destdirêjiya ser jinan, dizî û “rûtandina” kesan, bikarhanîn û firotina narkotîkê, şer û bikarhanîna kêrê, serxweşiya di dema ajotina otomobîlê de, ajotina bêrêdan, kêşyên trafîkê û yên li ser taxan bi kesan re û firotina cigareyên qaçax hinek ji nimûneyan in ku ew bi xwe, wek wergêr, dikare ragihîne. Em êdî di mîdyaya brîtanî, almanî, swêdî, australî… û ya cîhanî de jî rastî nimûneyan dihên ku raber dikin malbatên Kurdên li derve nema bêyî kêşe ne, ji kujtina jinan bigir ta kiryarên din yên neqanûnî.

Helbet her malbatekê rewşeke xwe ya taybet heye û navêt mirov bi şêweyeke gelemper ragihîne ku hemî malbatên Kurdan li derve xwedî kêşeyên malbatî ne. Bêguman hinek malbatên Kurd di jiyana xwe de serkevtî û bextewer in. Jê pê ve, hebûna gelş û problêmên malbatî sedemên xwe hene û mirov maf nîye wan wek kêmasî yan şermezarî bibîne.

 Ligor perwerdekaran, metodê herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera bav-û-dayan û ciwanan de fêhmkirina hev û din û rêzgirtina ji daxwaz û meraqên hev û din re ye. Ne di cîh de ye mirov ji zarokê li welatekî rojavayî mezin dibêye heman tiştê ku mirov ji zarokê li Kurdistanê mezin dibêye hêvî dike bipê. Bav-û-dayên koçber û penaber divêt bizanibin ku şûn û dema zarokên wan tê de mezin dibine ji yên ew bi xwe lê mezin bû bûn cuda ne. Zarok li milê din, divêt rêzê ji erf û toreyên bav-û-dayan re, ji hestên wan re û ji temenên wan re bigirin. Heye ku rêya herî baş piçek dayîn û piçek stendin be, ku bi înglizî jê re compromise dihêt gotin. Lê gotin hêsan û bicîhkirin ne weqa hêsan e. Bo hêsankirina danûstendina di navbera endamên malbatan de perwerdekirin divêt. Malbatên rojhilatnavînî bi şêweyeke gelemper naxwazin kesekî/ keseke ji derve tiliyên xwe têxe nav karê malbatên wan. Ew her weha hebûna kêşeyên derûnî (nefsî), yan kêşeyên ku bi înglizî wek mental problems dihên binavkirin, ji bo xwe û zarokên xwe napejirînin, û bi encamê naxwazin ji pisporan pêşniyaziyan werbigirin. Toreyên weha çarerkirina kirîzên malbatî dijwartir dike. Li welatê wan parastin û piştgirîyeke civatî û malbatî hene lê li welatê nû yekkesî, individualism, û şert û mercên nû şûna wan digirin. Bi kurtî:  rêxistinên kurdî, ger hebin û jêhatî bin, divêt li vir roleke zîztir bileyizin.

 Bi taybetî di navbera 13'an û 18'an de keç û xortên ciwan gellekî hestnazik in. Pêwîst e bav-û-day ji guhertinên giyanî û derûnî yên di van salan de li nik wan cîh digirin haydar bin. Pêwîst e me herweha hay ji dubendîya em dixin navbera têkilîyên bi lawan û yên bi keçan re hebe. Keçên ji malbatên koçber pirr caran gazincan dikin û dibêjin, azadiya ji bo brayên wan heye ji bo wan tune. Ev pirsa jî ji bo gellek malbatên koçber yeke hesas e, ji ber ku di civatên wan yên berê de ji bo keçan cîhekî taybet heye û rolên keç û lawan ji hev cuda ne. Yek ji kêşeyan xwe bi pirsa zewacê ve girê dide. Hinek bav û day baştir dibînin zaroyên wan bi Kurdan re bizewicin. Hinek rûdanên trajîk yên diltezîne di vî warî de, mixabin, li welatine ewropayî cîh girtin, lê bi derbasbûna demê re rewş baştir dibêye. Wek em dizanin, di van demên dawîn de zewaca Kurdan bi kesên ne Kurd re, zêde bû.

 Bêguman e ku hêvî û daxwaza me hemiyan serkevtina civatên kurdî yên li derve ye, bi hemî endamên xwe ve. Divêt ji bîr neçe ku zarok û ciwanên îroj bav û dayên sibe ne û hêviya me hemiyan, heye ku ya tevahiya gelê Kurd, bi wan mezin e. Nahêt veşartin, dema mirov ji bav-û-dayên koçber dipirse, ka çima wan welatên xwe li cîh hîştin, siberoja zarokan yek ji sedemên herî grîng wek bersîv dihêt dayîn. Lê divêt mirov baş bizanibe ku guhertina welatan bi serê xwe nikara serkevtina zarok û ciwanan di jiyanê de misoger bike. Ji bo Kurdan divêt ev jî bihêt gotin:  Kesê li derve di jiyana xwe de bi ser nekeve, nikare çi sûdê bigihîne Kurd û Kurdistanê jî.

 Xelat