Dilşa Yûsûf: Divê rewşenbîrên Kurd xwedî helwest bin

Nivîskar û rojnamevan û wergêra Kurd (Dilşa Yûsûf) ji bernameya Rojava ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê re ragihand, divê rewşenbîrên Kurd li hemberî ew neheqî û stemkariya li gelê Kurd li hin herêmên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê tê kirin bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Dilşa Yûsûf got, bi rastî li derveyî welat derfet gelekî berdestin lewma rewşenbîrên Kurd dikarin zîdetir xebat bikin bi azadî û çalakiyên xwe bikin. Rewşenbîrên  Kurd ên li welatên Ewropa qadek baş ava kirine daku bi çalakiyên xwe û rola xwe rabin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Dilşa Yûsûf diyar jî kir ku, rewşenbîrên Kurd daku xizmeta doza gelê xwe bikin li welatê ewropa bi taybetî di warê ziman de û  divê karîger bin ji bo dengê gelê xwe bighînin sazî û dezgehên navdewletî ku çawa Kurd li welatê xwe nikarîn bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Her weha bi azad bijîn li welatê xwe û cenosîdên li ser Kurdan tên kirin ku wan aşkira bikin ji cîhanê re.

Derbarê projeya Sekoya Kurmancî ku ji aliyê Mekteba Ragihandinê ya YNK`ê ve hatiye damezrandin Dilşa Yûsûf got, Sekoya Kurmancî piştgîriyeke mezin ya dine ye ji bo Kurdên kurmanc li hemû cîhanê bi taybetî ku li gelek welatan derfet tuneye ji bo xizmetkirina zimanê Kurdî û ragihandina Kurdî

Her weha Dilşa Yûsûf, spasya destpêşxeriya Berpirsê Mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (Stran Ebdulah) jî kir û got: Eve jî karên pîrozin û hêvîdarim xebatkarên Sekoya Kurmancî rolek karîger bilîzin ji bo pêşxistina vê xebatê.

 Sekoya Kurmancî