Dilşa Yûsûf bo Sekoya Kurmancî: Li welatê Siwêd gotin bi nirxe

Dilşa Yûsûf bo Sekoya Kurmancî: Li welatê Siwêd gotin bi nirxe

Hevpeyvînek taybet li gel nivîskar û rojnamvana Kurd Dilşa Yûsûf

Piştî 8 salan ji dûrbûnê ji Kurdistanê û jiyan biserbirinê li welatê Siwêd wek penaber, Dilşa Yûsûf nivîskar û rojnamevan û wergêr bi serdanekê hat welat. Em jî wek birêvebiriya Sekoya Kurmancî bi hatina hevkar û hevpîşeya xwe ya ku me salên dirêj bi hevre di yek dezgeha ragihandinê de karkiriye( Mekteba Ragihandinê ya YNK), bi dilxweşî  me pêşewziya wê kir û şad bûn bi dîdara wê.

 Sekoya Kurmancî: Hûn wek Nivîskar û Helbestvan û Rojnamevan di qadên rewşenbîriyê de li ser astê Kurdistanê tên naskirin, ji kerema xwe em dixwazin ji devê we bibihîsin bi kurtî xwe bidin nasîn û hûn zêdetir kîjan pîşeyî didine pêş?

Dilşa Yûsûf: Berî her tiştî ez destxweşiyê li we dikim wekî stafê birêvebiriya "Sekoya Kurmancî", ku hûn vê hevpeyvînê bi min re dikin, ez gelekî keyfxweşim û ez pîrozbahiya we dikim ku we ev xebata bi nirx destpê kiriye.  Bi vê projeya we ez bi hêvîme ku hûn dê serkeftinek mezin bi destve bînin û em jî bibin piştevan ji were li her derekê ku em lê bin.

Ji bo pirsa we ya yekê, Ez Dilşa Yûsûf`im, nivîskar û rojnamevan û wergêr, ez di nava çar zimanan de wergerê dikim Kurdî (Soranî- Kurmancî), Erebî, Tirkî û Siwêdî. Çardeh "14" pirtûkên min yên çapkirî hene ku helbestin û wergêrin di van zimanên ku min behsjêkirî. Niha pirojeyek nivîsîna pirtûkên ji bo zarokan li ber destê min e ku ji wana 3 pirtûk ji bo çapê tên amadekirin. Ez endama Yekîtiya Nivîskar û Wergervanên Siwêdî me. Her weha endama desteya birêveberiya "PEN"a Kurd û seroka Komîta Nivîskarên Jin bûme ji 2013-2023. Ez niha endama Komîta "PEN"a Kurdim li Siwêd û endama Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê me.

Bi rastî ez nikarim ferq û cûdahiyê bixim di navbera wan pîşeyên ku ez dikim weku rojnamevanî yan helbestvan yan weku wergêr. Wate nikarim yekê ji wan bixim pêş ya din. Di jiyana xwe de min karîbû bi serkeftî wan hemûyan bi hevdû re birêve bibim û bi pêş bixînim. Lê elbeta dema şert û merc tên guherandin bi xwe re jî hin tişt dikevin pêş li ser hesabê yên din. Nimûne dema ez li welat bûm, mercên jiyana min dest dida ku ez wan hemûyan bi hevre pêş bixînim. Lê piştî ku ez derketim derveyî welat ev rewş hate guhertin.

Guhertina ku çêbû ew bû ku şert û mercên nû hatin pêş min. Nimûne wekî penaberekê ez di sala 2015 an de çûm welatê Siwêd û ji wê demê heta mirov mafê penabertiyê werdigre ku wek salekê kişand  û piştre jî min dest bi xwendina zimanê wî welatî kir.  Pêwîst bû ku ez têkel bibim û integrasyonê çêkim bi welatê xwe yê nû û civaka wî re. Vê yekê demek dirêj xwest. Gelek tişt di jiyana min  de wekî dahêner, nivîskar û wergir demkî jî paşde ketin.

Dema ku ez nuh çûm wî welatî , min got ku divê ez vî zimanî aşna bibim xwe fêr bikim, çûnke eger tu li welatekî be tu zimanê wî welatî nizanibe tu tune ye. Lewma ji roja yekê de hîna ez li kampa penaberan bûm min ji xwe re planek danî û xwe bi xwe min dest bi fêrkirina zimanê Siwêdî kir. Di demeke kin de şansê min çêbû wexta ku min mafê penaberiyê wergirt berî ku ez fêrî ziman bibim ez karîbûm têkevim nava kar de wek mamosteya zimanê Kurdî û Erebî. Veya derfet da ku ji aliyekî ve ziman bixwînim û bi praktîk di jiyanê de pêkbînim, ji aliyê din ve jî min pêwîst dût ku divê zêdetir li ser zimanê kurdî hûr bibim wek gramatîk û meteryalên perwerdehiyê. Îca veya riyeke nû li pêşiya min vekir ku ez bigerim li dûv wan meteryal û wan dam û dezgehên ku bi zimanê kurdî re mijûl dibin çi li Siwêd û çi li welatên din yên Ewropa, çinin, çidikin ,çi pêşkêş kirine heta niha, veya ji bo min dergehekî nû vekir ku ez bidim dûv mesela pêşxistina ziman, li ser hesabê çi? Belê li ser hesabê dahênanê, nivîsîn û wergerê.  Lewma ez dikarim bêjim ji 2015`an ve hinekî dûrbûn ji projeya wergêranê ya ku min gelek pirtûk ji diyalikta zaravayê Soranî kirin Kurmancî ji bo ku Kurdên me yên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ên kurmanciya  me dizanin bixwînin, di encamê de 7 pirtûk hatin çap kirin ne hindik bûn vana, wekî dinê çend roman û lêkolînên min wergernadine çap bûne ku 12 pirtûkin.

Lê belê Helbest li pêşket, belê bi awayekî din. Pêşewaziyek germ li me hat kirin wek nivîskar û helbestvan, ji hêla dam û dezgehên rewşenbîrî û kulturî li welatê Siwêd. Ez û Helbestvan û rexnegirî wêjeyî "Luqman Mehmûd" ku hevserê min e, tevlî projeya (Hevalên Zimanê Wêjeyê) bûn, ku ji aliyê Rêveberiya Kulturê ya Herêma Sörmland(Ew herêma ku em lê niştecihin) ve hat pêşxistin. Em di gel çend helbestvanên naskirî yê Siwêdî bi hevre me beşdarî vê pirojeyê kir û helbestên me hatin wergerandin ser zimanê Siwêdî û yên wan jî hatin wergerandin ser Kurdî û Erebî.  Me beşdarî di gelek korên helbestê de kir li çendîn şar û şaroçkeyan. Ev çalakiyek berfireh û demek dirêj ajot. Ev bû bingehek baş ji bo me ku di civaka Siwêdî de em bên naskirin.

Wekî din min dû sala li ser hev 2021-2022 bi helbestê beşdarî di Festîvîla Gel  û Kultûr de kir, ku mezintirîn festîvalên kultûriye li Siwêdê. Her weha min beşdarî di çendîn korên helbestê  yên din de jî kiriye li ser asta Siwêd.

Niha hejmarek ji pirtûkên min ketine Mûzexaneya Pirtûkan ya herêma Sörmalnd ku ez niştecihê wê me. Ji xwe em wek Komîteya "PEN"a Kurd- Şaxê Siwêdê jî, ta niha bi çendîn çalakiyên kulturî û ziman û helbestê rabûne, ku geşbûneke giring xistiye nav liv û bizava kultûrî de li Siwêd.

Sekoya Kurmancî: Gelek kar û xebatên we hene di warê nivîsîn û helbestê de, em dixwazin tu berhemên xwe ji me re bide zanîn?

Dilşa Yûsûf: Berhemên min ê Helbestê niha 2 pirtûk çapkirî ne ji wan (Bakûrê Dil û Zengilên Hevgihînê) , Zengilên Hevgihînê yekem pirtûka min ya helbestê bû  di sala 2002 an li Lubnanê hate weşandin ku destpêka min ya helbestê bû wek çap, lê ez helbestê ji zûve dinivîsînim ji temenekî biçûk de.

Pirtûka dudiyan (Bakûrê Dil ) ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Duhok di sala 2006 an de hate weşandin, her weha niha berhevêkek helbestan amadeye ji bo çapê.

Berhemên min yên ku min wergirandine zêdetir roman, helbest, lêkolînin ku hatine wergerandin hem di navbera Soranî û Kurmancî de û her weha ji Tirkî bo Erebî û Kurdî û berûvajî .

Her weha min giring zanî ku ji bo zarokan jî hin berhemên wêjeyî binivîsim. Niha 3 pirtûk tên amadekirin ji bo çapê.

Sekoya Kurmancî: Ev demeke hûn li derveyî welat li welatê Siwêdê dijîn.  Gelo di warê xebata we de tu guhertinên cewherî çêbûn, wek derfetên we ji bo berhemên we niha zêdetire yan berê her weha rewşa rewşenbîrên Kurd li Siwêdê çawa dinirxînin?

Dilşa Yûsûf: Bi nêrîna min mirov li welatê xwe û di nav gelê xwe de  bêhtir bi pêş dikeve wekî berhem her weha wekî xwendina berhemê. Lê belê mixabin li welatê me nirxê gotinê hinekî lawaz bûye. Li Siwêd û welatên Ewropa, dema em çûne wir, me dît ku nirxê gotinê heye, wek nimûne heke tu endamê Yekîtiya Nivîskaran be li Siwêd, herku tu pirtûkekê yan berhemekê çap bike,  piştî nirxandin û lêkolînê ji aliyê komîteyeke bilind ve û qebûl kirina berhemê ji hêla naverokê ve,  mînheyan didin, ew mînhe hindik nîne weku ku derfetê didin te ku tu salek yan sê sal yan jî 5 salan heta ya 10 salan jî heye ku tu çi karekî neke û tenê binivîsîne. Eve jî nivîskar hand dide ta ku berhem bîne û pêşkeve. Veya piştgîriyeke başe ji  bo nivîskaran ku hestbikin gotina ew dinivîsin nirxdare. Hêvî dikim li welatê me jî ev sîstem bikeve kar, da ku nivîskar û dahênerên me yên Kurd hest bi handanê bikin.

Li  welatê Siwêd gelek sazî û dam û dezgeh û komeleyên rewşenbîrî yên Kurdî hene û dewlet piştgîrî dike. Xwendina bi zimanê Kurdî bi fermî li dibistanên Siwêdî heye û veya dibe sedemek baş ku nivîskarên Kurd berhem bînin. Pirtûkxana Kurdî li Stockholm heye ku yek ji pirtûkxaneyên here giring yên Kurdî ye li tevayî Ewropa. Bi deh hezaran pirtûkên Kurdî li wir hatine civandin û parastin. Her weha rojane çalakiyên wêjeyî û kulturî li dardikevin. Yekîtiya Nivîskarên Kurd jî heye, her weha Komeleya Mamosteyên Zimanê Kurdî jî gelek çalake. Hejmarek mezin ji nivîskar û rewşenbîr û akademîstên Kurd li vî welatî hene. Wate mîrateyek wêjeyî û reweşenbîrî yî mezin û giranbuha hatiye damezrandin. Eve hemî tabloyek gelek zengîn û çalak berçav dike.

Sekoya Kurmancî: Kar û xebatên Kurmancî di warê nivîs û çap û weşanê de li derveyî welat di çi astê de ye?

Dilşa Yûsûf: Her dem û li her dewletên Ewropa û bi taybetî li Siwêd, nivîsîn û çapkirina bi zimanê Kurdî geşe. Niha ji ber hejmara mezin ya penaberên kurd  di van salên dawiyê de hîna pêşdeketiye. Sedema sereke jî ewe ku tu qedexe li ser zimanê Kurdî nîne wekî ku tê sepandin li ser zimanê Kurdî li welatên ku Kurdistan dagir kirine. Niha weşanxane û çapxaneyên Kurdî li Ewropa geşbûne. Bi dehan berhemên wêjeyî û lêkolînerî û pirtûkên perwerdehiyê tên çapkirin. Ev dibe piştgîrîyeke baş ji bo pêşxistin û fermîkirina zimanê Kurdî li welatên ku Kurd lê dijîn.

Sekoya Kurmancî: Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê projeyek nû bi navê (Sekoya Kurmancî) destpê kiriye? Gelo hûn vê pêngavê çawan dinirxînin di xizmeta Kurdên ku bi zaravayê Kurdî latînî dixwînin û dinivîsinin û pêşniyarên we çine di vê derbarê de?

Dilşa Yûsûf: Derbarê (Sekoya Kurmancî )ku Mekteba Ragihandinê ya YNKê serpereştî jêre dike, bi rastî pêngaveke gelekî pîroze û ez destxweşiyê li kekê "Stran Ebdulah" dikim wekî berpirsê giştî yê Mekteba Ragihandina YNK, ku ev  destpêşxeriya kiriye  û ev Seko damezrandiye û fînanse dike. Ev serkeftineke mezine ji bo zaravayê kurmancî û hem ji bo gelê Kurd li wan parçeyên ku bi kurmancî û latînî dixwînin hem jî bo kesên me yên di warê rojnamegeriya kurmancî de kar dikin jî, ez wek piştgîriyek mezin dinirxînim. Bêgoman ev kar dê bibe sekoyek ji bo pêşxistina zimanî Kurdî û xwedî lê derketina wî.

Hemû kanalên Kurdî demekê giringî didan bi zaravayê Kurmancî, lê em dibînin ku êdî xav dibe û bi paş dikeve. Bê guman ez behsa başûrê Kurdistanê dikim. Em hêvî dikin saziyên me yên ragihandinê li Başûrê Kurdistanê ku heta radeyekê îmkanên wan hene bikaribin xizmeta kurdên me yên li parçeyên din yên Kurdistanê çi li Bakûr û Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê û li Xorasan û li Rûsya jî, her weha li welatê Qefqasya û kurdên me yên li revendê jî,  hejmarek mezin ji Kurdan dikarin mifa jê werbigrin, em gelekî spasiyê dikin ku hîna jî sazî û dam û dezgeh hene di wê astê de bi berpirsyarî bîr dikin û bi bawerî kar ji bo xizmetkirina zimanê kurmancî dikin û eve ji bo min karekî pîroze û li her cihekî ez lê bim ezê piştgîr bim û bi dilxweşî bo serxistina vê projê xebat bikim. Em di wê hêviyê dene ku Sekoya Kurmancîd ê  hêjmarek mezin ji Kurdan li derdora xwe kom bike. Ez destxweşiyê û serkeftinê dixwazim ji bo stafa karmendan ku di Sekoya Kurmancî de kar dikin, û ji dil spasiya we dikim ji bo vê hevpeyvînê.

Sekoya Kurmancî