ROJAVA- Sûriyê di navbera Îsraîl û Tirkiyê de
Çavdêrê ramyarî (Omer Kobanê) roja çarşemê 9/4/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de rewşa dawî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û her weha hevrikiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê li wî welatî hatin gotûbêj kirin. Çavdêrê Ramyarî Omer Kobanê di wê hevdîtinê de bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê di warên aborî û xizmetguzarî de û her weha bi taybetî rewşa Kobanê û Reqayê û vegera koçber û penaberên Rojava bo gund û bajar û warên xwe.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
