Bernameya HORÎ Projeya Pirtûka `Mam li Şam` gotûbêj dike
Nivîskar Elî Şemdîn di destpêkê de spasî û destxweşiya xebata Bernama HORÎ kir ku xizmeta pirsa kurd dikin nexasim bi zaravayê Kurmancî her weha spasiya mamosta Hozan Efrînî kir ku careke din ev derfet daye ku li ser pirtûka (MAM LI ŞAM) biaxivin û şîrove bikin.
Mamosta Elî Şemdîn bû mêvanê bernameya HORÎ ya ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin bû, ku taybet bû bi pirtûka (Mam li Şam).
Nivîskarê pirtûka Mam Li Şam mamosta Elî Şemdîn di derbarê destpêkirina nivîsandina pirtûkê de axivî û got; Bi rastî bîrûkeya pirtûkê ya destpêkê di bala min de hebû ji destpêka ku ez hatim Silêmaniyê wek nûnerê Partiya Demokrat a Pêşvereû ya Kurd li Sûriyê ku ez hewlekê bidim bi taybet li ser pêwendiyên herdû rewanşadan (Mam Celal û Kak Hemîd Hacî Derwîş) de her weha di navbera herdu partiyan de (YNK) û (Partiya Demokrata Pêşverû a kurd li Sûriyê) de, min xwest ez li ser wê pêwendiyê binivîsim, ew bîrûka hêdî hêdî ferehtir bû bi rastî û rêzdar Kak (Stran Ebdulah) ku sernivîserê rojnameya (Kurdistanî Nwê) bû berî sal û nîvekê me ev bîrûke pêkve gotûbêj kir, wî demî kak Stran Ebdulah pêşniyar kir ku bila bi navê (MAM LI ŞAM) be dakû babetên firehtir bên nivîsandin, birastî pêşniyarek gelek serkeftî bû, her weha biryar da ku heftane lapera şeşan a Kurdistanî Nwê bi temamî bê terxan kirin ji bo babetên (MAM LI ŞAM), her weha çavkanî gelekî kêmbûn û ez ne yê demê ku Mam Celal hatibû Şamê di sala 1955`an, ez ne yê wê demê bûm û ew kesên şahîdhal ku wê demê digel Mam Celal de bûn bêhitrî wan di jiyanê de nemabûn.
Piştî sal û nîvekê di encama wê de 50 xelek hatine weşandin û ez şanaziyê pêve dikim ku min karîbû ez wê ezmûnê û babetên ku min pêşkêş dikirin hemû bi belge û dukûmênt û çavkanî bûn,her weha gelek ji wan me li ser navê xwediyê wan me nivîsiye û nêrîna me jî têde hebûye.
Me karî bi vê karê xwe xizmetek bi çûk jî be wek wefadarî ji Mam Celal re bikin ku bû semboleke dîrokî ji miletê kurd teva re ku ne tenê ji bo YNK`ê yan Kurdistana Êraqê re, belku heya li ser astê herêmî û navdewletî de jî bû sembnol. Her weha cihê şanaziyê ye bû min ku bikarim aliyekê xebata Mam Celal ronî bikim, ku bi taybet beşek ji jiyan û xebata Mam Celal a li Şamê gelekî giringe bû ku Şam weke hêlîneke bi kar anîbû û wek baloyzê pirsa Kurdî xwe digîhand cîhana Erebî û cîhana derve.
Ew yek jî eşkere kir ku cara yekemîn ku Mam Celal çûbû Şamê di sala 1955`an wê çaxê temenê xwe 20-21 sal bûye û gencêkeî gelekî lêhatî bûye her weha endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye di wî demî de karî pêwendiyan bi welat û aliyên Erebî re çê bike û em hemû deyndarê Mam Celal in û em wî bi yek ji damezrênerê yekemîn partiya Kurd li Sûriyê dizanin.
Li ser pirsa Hozan Efrînî gelo ew kesên di yekemîn civîna damezrandina yekemîn partiya kurd li sûriyê ku ku di 14 hezîranê 1957`an li Helebê rûniştibûn kîbûn? Mamosta Elî Şemdîn got; wî çaxî 7 kes bûn (Osman Sebrî, Hemîd Hacî Derwîş, Hemze Niwêran) her weha 4 kesayetên diyar ên herêma Efrînê û Helebê ku pêştir di nava partiya komonîst a Sûrî de bûn ew jî (Reşîd Hemo, Şewket Henan, Xelîl Mihemed û Mihemed Elî Xoce) ku wî demî civîn li mala Mihemed Elî Xoce de li bajarê Helebê hate lidar xistin û ji wan jî tenê Dr. Xelîl Mihemed di jiyanê de maye û niha li Amerîka ye.
Elî Şemdîn ew yek jî eşkere kir ku, belgeyek heye ku îsbat dike ku di sala 1956`an de bername û peyrewa partiyê bi kurmancî hatiye nivîsandin li çapxaneya kerem û wêneyekî wê li cem me heye. Di 1956`an 3`ê kesan ew bername û peyrew amade kiribûn ew jî (Osman Sebrî, Hemîd Hac Derwîş, Hemze Niwêran) bûn, ewna nikarin bi tena xwe partiyekê birêve bibin, di vê xalê de jî rola Mam Celal serekî bû daku (Reşîd Hemo û Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan û Xelîl Mihemed) dev ji partiya komonîste berdin û pêkve partiyê ava bikin. Di wê belgeyê de nav (Partiya Demokratên Kurd a Sûriyê) bûye, di civîna 1957 de navê partiyê kirin (Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriye) her weha li ser wê yekê rêkeftin ku dîroka damezrandinê 14/6/1957 be, her weha daxwaz hate kirin ku bername û peyrewa partiyê bi erebî jî were nivîsandin. piştre Mam Celal pêwendî bi Cegerxwîn re kir daku partiya xwe ya bi navê (Azadî) hilweşîne û bê nava partiya nû. Her weha komeleyeke din ya kurdî hebû li Qamişlo, Mam Celal ew jî razî kirin ku bêne nava partiya nû. Di heman demê de rewanşad serok Mam Celal ji bo razîkirina ronakbîr û rewşenbîrên ku ji komela Xwebûn mabûn digel Nuredîn Zaza diçin Qamişlo her weha wan razî dikin ku tevlî partiya nû bibin.
Di dawiya gotina xwe mamosta Elî Şemdîn got; ez şanazim ku ev lapera ji jiyana Mam Celal a ne diyar min xiste bin roniyê de û me pêşkêşî xwendevanan kir, her weha spasiyek bêhempa ji ragihandina YNK`ê bi hemû beşên xwe ve dikim ku guhdanek dan vê babetî ku hûn jî wek malper û kovara (Xelat) di nav de, her weha ez dilniyayî didim xwendevanan ku di demek nêzîk de pirtûka Mam li Şam bi Kurdî (Soranî – Kurmancî) û Erebî wek sê pirtûkan wê bikeve berdestê xwendevanan. Ez hêvîdarim ku me karîbû hinek wefadarî ji vî kesê gelekî mezin re di dîroka miletê kurd de (Mam Celal) me bi cî anî be.
Ji aliyê xwe ve Mamosta Hozan Efrînî axivî û got; em jî wek Bernama Horî ya Radyoya DGK pîrobahiyê li xebat û karê mamosta Elî Şemdîn dikin; we karekî gelekî mezin kiriye ku wek wefadariyekê ji bo rewanşad serok Mam Celal û dîroka kurd û Kurdistanê.
Amadekirina Tekstê: Dawûd Çîçek
XELAT