`Mihemed Hesenên Heykel` berya 28 salan çi ji Mam Celal re got?
Nivîskar û bîrmendê mezin ê Ereb (Mihemed Hesenên Heykel) pesna gelê Kurd dide û dibêje: Gelê Kurdistanê kesên baş in…azadî û aştî û birayetiyê û ji dadperweriya civakî pir hez dikin.. û li ser Mam Celal jî dibêje : Mam Celal bihêz û birêze û pêştir çend caran li Qahîrayê çavê xwe pêketiye û gelekî şanaziyê pê dike.
Têkoşer û Endamê mekteba siyasî yê YNKê Îmad Ehmed jî dibêje ku: di sala 1997`an bi hevalîniya şandekê digel Mam Celal çûne Misrê û li wir çendîn dîdar û hevdîtinên siyasî û rewşenbîrî yên giring digel siyasî û rewşenbîr û rojnamevanên ereb encam dane û her di wê serdanê de biryar daye ku mekteba têkiliyan a YNKê li Qahîrayê vebike… ku eve jî çikandina yekem gopalê YNk`ê bûye li wî welatî.
Îmad Ehmed behsa wê yekê jî dike û dibêje: di wê serdanê de rojnamevan û nivîskarê mezin yê Ereb Mihemed Hesenên Heykel, xwarina nîvro li mala xwe ya li derveyî Qahîrê ji bo rewanşad serok Mam Celal û şanda pêre saz kir û mêvadariyeke kêm wêne û bi etîkêt li me kir. Her weha di destpêkê der tenê Mam Celal diaxivî û Heykel gotinên Mam Celal li ser deftera xwe dinivîsî û piştî demekê Mam Celal jêre gotî, niha dora te ye û ka ji me re biaxive.
Heykel bersiv da û got: Estexfîrûllah tu bi xwe seyidûlarîfînî… lê ez dikarim çend têbîniyekê bînim ziman ku ew jî evin…. 1-Pêwendiya we digel Îranê pesende ji ber ew sinorê dûr û dirêj yê hevbeş yê di navbera we de heye… lê divê hûn Tirkiyê ji bîr nekin ji ber ku pêwîstiya we bi Tirkiyê jî dibe. Ji bo misogerkirina piştevaniya Ewropayê, çûnkî Tirkiyê li kêleka Ewropayê ye û hewil dide biçe nav yekîtiya Ewropayê (Eve ji bo Tirkiyaya wê demê bû)…2- pêwendiya tevgera siyasî ya Kurdistanê digel tevgera siyasî ya Erebî başe.. cenabê we jî rolek baş we di vê meseleyê de lîstiye divê bi berdewamî ev pêwendî were pêşxistin û geşkirin… 3- di vî demî ku hûn mijûlî rûxandina (rêjîma Sedam in), zêde behsa sîstema demokrasî ji bo Êraqê mekin.,, jiber ku derdora we vê yekê qebûl nakin û jê ditirsin û wê dijayetiya we bikin, ewê di jêr de li dijî we kar bikin û nahêlin ku hûn serbikevin çûnkî ew bi xwe demokat nînin.. gelekî zehmete di van şert û mercan de dewletekî demokrasî di cengelistanekî weha de ava bibe…4- Hûn karekî baş dikin û giringî bi xortkirina pêwendiyên xwe bidin, digel Misrê weku hikûmet û damdezgehên rewşenbîrî û mîdyayî û olî ji bo avakirina raya giştî erebî bo doza Kurdî.
Wergerandin: Dawûd Çîçek
XELAT/ Prtaw/
