HORÎ - Hunermend û helwêsta nîştimanî
Hunermend û mûzîkjenê kurd ê dêrîn (Rêvan Îbrahîm) ku bi xwe xelkê herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye, bû mîvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Di vê hevdîtinê de Hunermend û mûzîkjenê kurd ê dêrîn (Rêvan Îbrahîm) diyar kir ku, bi rêya birayê xwe yê mezin aşiqê tembûrê bû, ji xwe Apê Adîk jî dostê bavê wî bû, fêrbûna xwe ya sazê jî ji zarokatiya wî de bûye.
Rêvan Îbrahîm got jî; divê hunermend di nava gelê xwe de be û parastina doza gelê xwe bike.
Hêjayî gotinê ye ku sazvanê mezin hunermendê dêrîn ê nemir yê çiyayê kurmênc (Apê Adîk) ji ber zîrekiya Rêvan Îbrahîm di lêdana sazê de, tembûra xwe wek xelat pêşkêşî wî dike wekî ku destê wî biriye.
Rêvan Îbrahîm ji 7 saliya xwe ve rahiştiye tembûrê, wî bi saza xwe awazên şoreşgerî û netewperwerî jenandin. Di heman demê de ji ber evîna çand û hunera kurdî, muzîka kevnar a kurdî parastiye.
Wehîd Yûsiv Îbrahîm ku bi navê xwe yê hunerî (Rêvan) tê naskirin, di sala 1965’an de li gundê Çeqelê Cûmê yê girêdayî navçeya Cindrêsê ya li Efrînê ji dayîk bûye.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
XELAT
