Ji Cemal Dêrgulî du kurte çîrok
Nivîskar: Cemal Dêrgulî
**Çîroka Cîran û Kutilkan
Dinya rojiye cîran hinek goşt dibin ji maleke perîşan re, jinek jî dike bîst lib kutilk û ji mêrê xwe re dibêje: Meyzê ti mêvanan ne hewîne.
Lê berya fitarê yek li derî dide, mêrik fedî dike wî derbas dike, mele bang dide mêvan dikeve ser mersefa kutilkan yekê jî nahêle.
Çend roj dibihurin cîran dîse goşt ji wan re tînin, jinik dîse kutilkan çêdike û dîse berya fitarê mêvanek têt, lê hîn li ber derî mêrik dibêje: Em kesî na hewênin cara din me bîst lib kutilk çêkirbûn yekî weke te hat hemû xwarin û libek ji me re nehişt.
Mêvan: Waaaa ma qey maşot bû...!
Mêrik: Ku tu li şûnê ba te yê çend xwariba?
Mêvan: Hivde lib, hijdeh, nozdeh......

******************
***Çîroka Pez û diz û Guran
Li despêka buharê du bira pezê xwe didin zozana bi rê de li wan dibe şev, radibin li kêleka gundekî pezê xwe dimexilînin, û ji tirsa diz û guran her yekî li aliyekî dibe pasewan (haris).
Demek dibihure dengê dwetê ji gund têt, yek ji herdu bira ji xwe re dibêje: Çima ez naçim dawetê na reqisim wa birayê min li ber pêze. Û diçe serê govendê digire...!
Birayê din ew jî wisa ji xwe re dibêje, û diçe binê govendê digire.
Dîlan gurr û germ dibe, derengî şevê, dawet belav dibe her kes diçe mala xwe, lê herdu bira çaxê vedigerin, ti pezî nabînin....

XELAT/ Jêder: Rûpela mamosta Cemal Dêrgulî
