ZIMANÊ KURDÎ RÛMETA ME YA NETEWEYÎ YE

ZIMANÊ KURDÎ RÛMETA ME YA NETEWEYÎ YE

Nivîskar: Merwan Berekat

Zimanê kurdî ne tenê nasnameya me ye, ne tenê hîmê parastina me Kurdan e, lêbelê rûmeta me ya neteweyî ye.

Tevî ku bi sedsalan êrîşên herî tund ji aliyê nijadperestan ve li ser zimanê kurdî ranewestîne, lê wî ne tenê li ber xwe daye lêbelê reseniya me ya neteweyî jî parastiye. Lewra erkê me yê herî pîroz ew e ku em bi hamû kanebûn û zanebûna xwe xwedî lê derkevin û biparêzin.

Demê ku milek zimanê xwe winda dike, rasterast hemû nirxên wî yên neteweyî winda dibin û bê nasname dimîne. Lewra jî, xwedîlêderketina li zimên û jiyana wî ya zimanî, xwedîlêderketina li nasname, hebûn û rûmeta me ya neteweyî ye.

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, ez wek kurdîperwerekî ev banga min e:

▪Dayîk, bav û malbatên Kurd ên rêzdar, ji bo zarokan malbat dibistana yekmîn e. Dema ku hûn zarokên xwe bi zimanê kurdî perwerde bikin, hûn temen û jiyana zimên ne kêmtirî sed salî dirêj dikin. Hêvîdar im hûn di derbarê zarok û zimanê kurdî de ne gunehkar bin.

▪ Nivîskarên ku bi nijada xwe Kurd in, ji bilî zimanê xwe yê dayîkê bi gelek zimanan dinivîsin, hêvîdar im li xwe vegerin û zimanê xwe sêwî nehêlin. Daku li ser darbesta gunehkariyê ji vê dinyayê bar nekin.

▪Dîndarên Kurdan dîn û rêcdînê we çibe bila bibe, qet ne xem û pirsgirêk e. Li baweriya hemû dînan Xweda bi hemû zimanan dizane. Her bawer bikin dema ku hûn bi zimanê xwe ayendê bikin, dê Xweda bêhtir ji we hez bike.

▪Her Kurdê ku bi çavekî nizm li zimanê xwe dinihêre şerm dike pê biaxive, bêguman ne tenê baweriyeke di kok de şaş e, lêbelê di dermafê bav, dayîk, dêpîr û bapîrên xwe de jî gunehkariya herî mezin dike. Hêvîdar im di bin barê wê gunehkariyê de nemînin.

Zimanê Kurdî rûmeta me ya neteweyî ye. Kurdê/a ku bi çavekî biçûk li vê rûmetê binihêre û neparêze, bila nebêje ez Kurd im.

 

Xelat