Li Mosko Yekîtiya Kurdnasan hat damezrandin
Roja 25/8/2025 bi beşdariya hejmareke girîng ji nûnerên rêxistinên Kurdî û nûnerên şeş saziyên zanistî û akademîk bi piştgirî û peyama hemû partîyên siyasî yên Kurd li her çar beşên Kurdistanê Rêxistina Yekîtiya Kurdnasan li Mosko paytexta Rûsyayê hat damezrandin.
Di konferansa xwe ya yekem de, (Siware Şakelî) wekî sekretera rêxistinê hat destnîşankirin û her yek li (Îliya Videnev, Şoreş Abî, Tatiyana Odînsova, Wezîre Kaşaxî) wekî endamên desteya rêveber hatin destnîşan kirin.
Armanc li avakirina rêxistinê, xurtkirina têkilîyên zanistî, ferhengî û çandî di navbera Rûsya û Kurdistanê de ye û hewl dide ku bibe platformek ji bo anîna hemû partîyên siyasî yên cuda li Kurdistanê û hewl dide ku lêkolînên li ser dîrok, çand, ol û rewşa siyasî ya Kurd ji hêla lêkolînerên Kurd ve biweşîne û hevkariya lêkoler û kurdnasan bikin.



XELAT
