Yekemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê bidawî bû

Yekemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê bidawî bû

Yekemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê bi ragihandina çend biryar û raspardeyan bidawî bû, konferansê tekez li parastina nasnameya netewî û zimanê Kurdî ji bo Kurdên li derveyî Kurdistanê kir.

Konferansa Kurdên Qefqasyayê li bajarê Tiblîsê paytexta Gurcistanê bi amadebûna siyasetmedar û rewşenbîr û zimanzan û nivîskarên Kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê û 16 welatên cîhanê birêveçû.

Di konferansê de, siyaseta hekîmane û xebata rêberê rizgarîxwazê gelê Kurd rewanşad Serok Mam Celal bilind hate nirxandin ku roleke xwe ya mezin hebû di pêşxistina peywendiyên dîplomasî ji bo serxistina berjewendiyên bilind ên doza gelê Kurd li Bakûr , Rojhilat, Başûr û Rojava û Kurdistana Sor.

Hevdem behsa rola YNK`ê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî jî di dema niha de hate kirin ku li ser rêbaza Mam Celal erkê netewî û nîştîmanî girtiye ser milê xwe ji bo alîkarîkirina bi xwîşk û birayên Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê.

Her weha Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî yê YNK`ê (Salar Serhed Xelîfe Yunis) di gotara xwe de bal kişand ser wê yekê ku, ji bo yekbûn û yekrêziya mala Kurdan, divê rola Serok Mam Celal bilind were nirxandin û got: Hîna jî pêwîstiya me bi rol û siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal heye, ji bo hevgirtina navmala Kurdî li herçar parçeyên Kurdistanê û gîhandina dengê wan bi hemû cîhanê.

Konferansa Kurdên Qefqasyayê bi çend raspardeyan bi dawî bû, têde hate ragihandin ku, nasnameya netewî a Kurd li dervayî Kurdistanê ji ber gelek sedeman di bin metirsiya windabûnê de ye û daxwaz ji rêxistinên Kurdistanî hate kirin ku ji bo rizgarkirina nasnameya Kurdî bername bên danîn.  Her weha konferansê daxwaz kir ku, lîjneyeke zanistî were pêkanîn daku bernameyeî yekgirtî bê amadeklirin taku Kurdên dervayî welat fêrî zimanê Kurdî bikin.

XELAT