Li Wanê `Navenda Jiyana Jinê ya Şamîram` hat vekirin

Li Wanê `Navenda Jiyana Jinê ya Şamîram` hat vekirin

Li bajarê Wanê ya bakûrê Kurdistanê `Navenda Jiyana Jinê ya Şamîram` hat vekirin.

`Navenda Jiyana Jinê` ya bi navê Şamîram bi xebata hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Artemêtê li Taxa Sûphanê ya girêdayî navçeyê û di merasîma vekirinê de jinan cilên herêmî li xwe kirin û berhemên kevneşopî hatin nîşandan.

Navend ku taybetmendiya yekemîn e li taxê dê gelek qurs û atolye di nav xwe de bicih bike û bi yekîneyên ku dê bên avakirin xebatên li dijî tundiyê tê de bên meşandin. Li navendê atolya bêrikan, yoga û sporê, nexwş û dirûnê, kreş û yekîneyên aborî û têkoşîna li dijî tundiyê hene.

XELAT/ Malpera Şaredariya Wanê