HORÎ- Xebata Aştiya Navxweyî
Serokê Bizava Aştiya Navxweyî - BAN (Dr. Musa Kaval) ji Fransayê îro şemî 14/6/2025 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.
Dr. Musa Kaval di wê hevpeyvînê de behsa armanca damezrandina Bizava Aştiya Navxweyî kir ku ev bizav ne girêdayî tu partiyekî siyasî û medenî ve û ne jî alternatîfa wan jî, her weha wek îro 14/6/2016 jî weka roja damezrandina Bizava Aştiya Navxweyî hat ragihand.
Dr. Musa Kaval bal kişand ser wê yekê jî ku xebata Bizavê li astê herçar parçeyên Kurdistanê ye û li gelek paytextên cîhanê jî kombûnên xwe lidar xistine û niha beşên bizavê li her çar parçeyan hatine damezrandinê.
Serokê Bizava Aştiya Navxweyî Dr. Musa Kaval tekez li wê yekê jî kir ku, armanca Bizava Aştiya Navxweyî-BAN ewe ku zihniyeta aştiya navxweyî bo nifşên nû peyda bibe.
Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.
Xelat
