Li Qazaxistan û Gurcistanê komkujiya Şengalê hat bibîranîn

Li Qazaxistan û Gurcistanê komkujiya Şengalê hat bibîranîn

Roja yekşemê 3ê Tebaxa 2025an li bajara Tiflîs paytexta Gurcistanê semînerek li ser karesata gelê Êzîdî hat lidarxistin.

Di derbarê semînerê de Yekitîya Kurdên Qazaxistanê "Berbang" belav kiriye ku, li ser navê Komeleya Kurdên Qazaxistanê û serokê wê (Ezîzê Zîyo Bedîrxan), serokê rêveberiya Komeleyê (Refîqê Yakûb Mîrzoyêv) peyama `BERBANG`ê bi boneya roja bîranîna karesata Şengalê xwend û silav ji organîzatorên vê çalakiyê û Komeleya RONAHÎ ya Kurdên Gurcistanê re şand.

 Kek Refiq wî girîngiya piştgiriya têkiliyên dostane û yekîtiya Kurdan li qada piştî Sovyetê, di nav de Kurdên Qazaxistanê û Gurcistanê jî destnîşan kir. Kesayetiyekî çalak ê koma etnîkî ya Kurd a Qazaxistanê, dîroknas Hesenê Mehmed Celîlov jî beşdarî çalakiyê bû.

Ji aliyê xwe ve komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) jî derbarê semînerê de weha nivîsiye: Duhu 03.08.2025 roja qetilyama êzdiya bû. Li bajarê Tîflîsê komela "Ronayî" ser evê mijarê sêmînarek pêk anî. Mêvanê me hebûn li bajarê Alma-Atê Qazaxstan mamoste Rafîk Mîrzoêv, Asançîk Celîlov, usa jî ji Almaniya yê şêxê me yî zaniyar kek Memê tev li sêmînarê bûn. Bejdarbûna mêvana, qey bêjî êşa me hinekê sivik kirin.

Piştî sêmînarê mamoste Rafîk Mîrzoêv, wek ewledê gelê xwe yî hizkirî û dilovan, sifra xêrê vekir bo cangoriyên Şengalê. Bira xêr ber ruhê wan keve, xwedê ber destê wî kêm neke.

Miletê me dibêje, xwedê zinidya û xayê cangoriya bê risq neke, mirya jî bê xêr-xêrat neke...

Li Qazaxistanê ji bo bîranîna komkujîya Şingalê merasîmek hat organîze kirin.

roja 3/8/2025 li bajarê Almaata yê Qazaxistanê merasîmek ji bo bîranîna ya 11mîn salvegera Komkujiya Şingalê hat lidarxistin. Civîn li otela Plaza Almaty derbaz bû.

Di merasîmê da Serokê Yekîtîyên Kurdên Qazaxistanê Ezîzê Zîyo Bedîrxan, xwedanê otela Plaza Almaty Cemalê Êlî Îbragîmov, çîgirên serokê Komeleya BERBANGê Agalîyê Nîyaz Îbragîmov, Îbrayîmê Flît Mamêdov û Mûradê Flît Şamîlov, serokê komîteya navbeynkariyê Sartîfê Latîf Alîyêv, serokê komîteya jinan Cemila Sîleman Babayêva, serokê komîteya çanda ya komelê Gulnara Elî Alîyêva û çîgirê serokê komîtê Esmera Cemal Şanîdze, çîgirê serokê komîteya jinan Arzû Elî Mamêd-oglî, çalakvan Eduard Mamed Suleymanov, nûnerên civaka êzdiyên Qazaxistanê Davîdê Celîl Sloyan û Merabê Tengîz Raşoev li ser keraseta Şingalê axivîn.

Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Ezîzê Zîyo Bedirxan got ku komkujîya li Şengalê çûbûye bandoreke xerab li ser hemû Kurdan û b@i taybetî civaka Kurdên Ezdî çêkiriye. Ji bo Kurdên Qazaxistanê, ev roja jî tarîxek xemgîn e. Û îro em ê hemî di vê roja xemgîn de bîranîna wan bi rêzdarî bibîr bînin.

Çalakî bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir. Axêverên sereke Gulnara Elî û Arzûyê Elî, kî parêzerekî ku nirxandineke yasayî li ser bûyereke dîrokî daye. Kesayetên navdar ên Eskere Boyik, Tosinê Reşîd û Şêx Miraz bi rêya vîdeo-lînkê beşdar bûn.

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin. Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.

Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn. Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida canê xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.

Li ser navê Komeleya BERBANGê em dixwazin spasiya xwe ya kûr ji kek Cemalê Elî Îbragîmov re ji bo piştgiriya wî di organîzekirina çalakiyê de diyar bikin.

 

Eve jî naveroka peyama serokê rêveberiya Komeleya BERBANGê (Refîqê Yakûb Mîrzoyêv) li ser komkujiya Şengalê

"Komkujiya Şengalê di dîroka mirovatîyê da xaleka reş û bi êş û azar û bi janê.di dîrokê da ji ber zordestî û zêdexwazîyê însan û piştî wê şer û hevdû qebûl nekirin, gelek Kêşe û alozî çê bûne  ku yek ji berhemê vê zêdexwazî û fikra radîkal komkujî bûye.

Ji rojhilatê cîhanê heta rojava û ji Bakûr heta başûrê cîhanê dîroka mirovatîyê têr û tijî ye ji van rûpelên reş bi jan.

Şengal ji bo netewa kurd navekî pîroze, ev bajar navenda ola Êzdiyan ne . Netewa kurd bi hemû rengê zimanwanî ûsa jî bi bawermendî olî û Dînî Reng bi renge. Musulman, êzîdî. Zerdeştî  û ... bawerî û olên netewa kurdê.

Kurdên bi bawerî û ola xwe êzîdî, di dîroka netewa kurd da rastî gelek komkujî û rojên bi êş û azar bûne. Ev rûpelên reşê dîroka mirovatîyê ku li nav netewa kurd qewimî,

Xwedî serkanîyeka qirêj û dij mirovatîyê ye , ew jî fikra îslama radîkal û gurûpên cîhadî û berovajî dînê îslamê û bi navê dînê îslamê dest davên hemû cure cînayet û hovîtiya.

Jêderên van hovîtiya fikra selefî û mezin bûyên hucre û medresên saziyên wek DAÎŞ in ku hemû pirensîbên mirovatîyê Pêpez dikin. Kuştin û talan cem vê fikra hovane karekî rewaye. Bêguman kurdên êzîdî rastî gelek komkujiya hatine lê komkujiya Şengalê di seda sala 21 ê da , jan û birîneka pir kûr û xedar bû ku dibû karbidestên rojavayî , bi taybet Amêrîka û Ewrûpayî şermê ji hovîtiya xwe hember çekdar kirina terorîstên Daîşê kiriban.

Ez bejna xwe ji ber êş û jana Şengalê ditewînim û salvegera komkujiya Şengalê bi xemgînî bi bîr tînim.

Bê guman Şengal û xelkê vî bajarê birîndar wê bi ser hemû astengî û rojên reş û nexweş da bi ser keve û ji bo hemû cîhanê wê bibe sembola aştî ، aramî û pêkvejîyan û sembola berxwdan hember zulm û zordarîyê.

Kurdên êzîdî ji bo civaka kurda her gav bi qedr û qîmet in. Ew nasnama netew kurdin û bi sedan rewşenbîr, akademîsyen, pêşkêşî gelê kurd kirine. Ji bo ziman, huner û ferhenga kurdî xebatên bê mînak kirine.

Bi hîvîya rojên xweş û aştî û aramiyê bo hemû gelê cîhanê bi taybet gelê kurd."

XELAT