Nûnerê Rêveberiya Xweser li Herêmê mîvanê `HORÎ` ye

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê (Mihemed Ala) bû mêvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Mihemed Ala, di vê hevpeyvînê de behsa pêşhatên dawî ên li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî Sûriyeyê kir bi taybetî êrîşên ji aliyê desthilata nû ya Şamê li dijî pêkhateyên Dûrzî û Elewî û karvedanên navdewletî li dijî wan êrîşan.

Her weha (Mihemed Ala) bal kişand ser gefên li ser kurd û pêkhateyên Sûriya û çawaniya parastin û çareseriya rewşa heyî li Sûriyê û rola Kurdan ji bo parastina mafên xwe yên rewa di Sûriyeya nû de.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

XELAT