Xanimeke Kurd zêdetirî 1500 mêr fêrî ajotina kamyonan kiriye

Xanimeke Kurd zêdetirî 1500 mêr fêrî ajotina kamyonan kiriye

Xanima Kurd (Şilêr Lîmo), xwediya nûsîngeha ajotinê ye li bajarê Silêmaniyê, zêdetirî 1500 xwendekar hînî ajotina kamyonan (barhilgiran) kiriye.

Ji destpêka karûbarê xwe ve, wê hewl daye ku jinan fêrî ajotinê bike li kêleka fêrkirina mêran.

Xanim Şilêr ji rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye: “Di destpêka sala 2000`an de, dema ku min weke jinekê ofîsa ajotinê ava kir, min hewl da ku jinan fêrî ajotinê bikim li kêleka wê jî mêran jî fêrî şofêrî bikim, û ez yekem jin bûm ku ez mêran fêrî ajotina kamyonan bikim.

Got jî:  Ji sala 2000`an ve, min zêdetirî 1500 mêr fêrî ajotina kamyonan kirine û wan moleta xwe ya ajotinê stendiye. Hêvîdarim jin zêdetir guh bidin xwe fêrkirina ajotinê.

Bal kişand ser wê yekê jî ku,“Di wê demê de, min derfetên kar ji bo gelek mêr, jin û ciwanên xwedî bawername dabîn kiriye, ku wek mamoste û rahêner di ofîsa min de kar dikin da ku fêrî xwendekaran bikin û ez bi niyaz im ofîsa xwe berfireh bikim û derfetên zêdetir ji keç û jinan re peyda bikim.

Tekez jî kir û got: "Armanca min ewlehiya hemû kesî ye, ji ber vê yekê peyama min ji ajokaran re ew e ku tiştek ji wan ne girîngtir e, ji ber vê yekê, hewl bidin ku qanûn û rêzikên trafîkê bişopînin, qanûnê bişopînin û rêz li peyayan, nemaze kal û pîran bigirin, di heman demê de ez bang li jinan dikim ku ji xebatê netirsin û ji bo serkeftinê bi dilsozî bixebitin.

 

XELAT