Dil meşkîne?

Dil meşkîne?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

Dil meşkîne?

Dil meşkîne bi carekî

Ew veşartî ji bo yarekî

Ev bû şêst sal ku dinale

Ma li bendî beharekî

Ma li bendî evîna te

Dîl gitî yê narvîna te

Can feda yê bi xwîna te

Ken ji lêvan bik parekî

Wan rondîkan nebarîne

Şax li dêma neşopîne

Herdu sêvan jê'b dûrxîne

Derman bike bêçarekî

Dil nehêle tu wî bê par

Gelo nêzîk wê bê behar

Emê derkevin ser diyar

Ava bikin şûn warekî

Ava bikin cihek pir reng

Bila l'cîhan tev bidî deng

Ger ku dijmin pê bibî teng

Ew divê yek simsarekî

01/04/2025-Kobanî

XELAT