Cejna Sersala Êzdiyan `Çarşema Sor` Pîroz Be

Cejna Sersala Êzdiyan `Çarşema Sor` Pîroz Be

Îro 16/4/2025 Çarşema sêyem a meha Nîsanê ye û sersala Êzidiyane, cejna wan a herî kevne û li Laleşê bi vêxistina 365 çirayan û belavkirina xwarinê li feqîran pîroz dikin.

Cejna sersalê ya ku wek Çarşema Sor jî tê binavkirin, êvara sêşemê destpê dike ku êzîdî malên xwe dixemilînin û diçin ser gorên hezkiriyên xwe, paşê ji bo roja din, ku çarşema yekem a salnameya Êzdiyan a rojhilat û çarşema sêyem a salnameya mîladî ye, ji perestgeha Laleşê dest bi pîrozbahiyê dikin.Di perestgehê de dê agir bê pêxistin û 365 çira bên pêxistin.

Wate hejmara rojên salê û armanca pêxistina agir di perestgehê de dûrxistina ruhên xerab û nîşana bextê ye.

Roja `Çarşema Sor` her malbateke Êzidî çend hêkên kelandî amade dikin û piştre dest bi boyaxkirina wan dikin û li malên xizan belav dikin. Ew jî di wê mehê de nazewicin û bawer dikin ku bihar meha kulîlkan e.

Êzdî di salekê şeş cejnên wan hene ew jî (Cejna Rojiyê ya Êzî, Çarşema Nîsanê, Xedir Elyas, Cejna Çileya Havînê û Cejna Çileya Zivistana û Cejna Qurbanê.

Li gorî serjimêriya Êraqê hêjmara Êzdiyan ji 500 heta 700 hezar kesin li piranî li Devera Şêxan a li bakurê parêzgeha Mûsilê û li Şingalê li ser sînorê Sûriyê ye, ku 80 kîlometran dûrî parêzgeha Mûsilê ye, ku çendîn bajarok, gund û kampên niştecihbûnê li xwe digrin û herwiha li navçeyên Zaxo û Sêmêl ên parêzgeha Duhokê jî hene.

Em wek stafa kovara Xelat a bi kurmancî, cejna serê sala Nîsanê (Çarşema Sor) li hemû Êzdiyan li her çar parçeyên Kurdistanê û Qefqasiya û li hemû cîhanê pîroz dikin.

XELAT