MIN BI XEF DÎT
Helbest: Baqî Berûkî
Min bi xef dît dilbera bejin ji dara kafûrê
Ji nav lêvan şewq dida didanên wekî ferfûrê.
Biskên reş çîn çîn hunandî bi morî û mircanan
Du reşmar li ser bejnê berdane wekî zihûrê.
Li ser enya kever netrik û zîvî rêz bi rêzin
Xalek wa l'gerdenê nîşanek li jêr yek li jorê
Ji bircê hat der zuhrerengê ronî da çar teref
Eql û hiş ji min çû sed reng bi haletê mexmûrê.
Qamet elîfê nazik û kubarî wa dimeşe
Ins û cin û canêwer dikin temaşe û seyrê.
Çavên belek şibhê gelawêj ji şewqa merîxê
Sûretê sosinî nêrgiz û sinbul wa li dorê
Du ebrû qeysenin ser çavan wek heyva çardehê
Hewce nîne kil û sibhan ji bo xemla kubarê.
Poz şirik û xizêm zend û pî bazin û xirxale
Qirik ziravê mîna kew gozela vê biharê
Xame û qelem û xet û xal sin'ê Zulcelal e
Lewma "Baqî" ji ser ta pê nabîne yek qisûrê.
Sêrt.
XELAT