`Şerê Sar` li salona Kurdistanî Nwê
Roja şemî 15/2/2025 li salona Kurdistanî Nwê li bajarê Silêmaniyê semînerek ji bo nasandin û belavkirina pirtûka (Şerê Sar di navbera salên 1917- 1991) hat lidarxistin.
Pirtûk (Şerê Sar di navbera salên 1917- 1991) ji aliyê Dr. Îvan Vandên Bêrx ve hatiye nivîsandin û mamosta (Rêkewt Îsmaîl) jî ji Holendî wergerandiye Kurdî.
Merasîm ji aliyê borda hişyarî û hevbeşî li gel Rojnameya Kurdistanî Nwê ve hat organîze kirin û bi beşdariya jimareyek ji rewşenbîr û nivîskar û siyasetmedar û rojnamevanan birêveçû.
Her weha di semînerê de rewşa tevgera rizgarî û azadiya gelê Kurd di serdema şerê sar de jî hate gotûbêj kirin.




XELAT
