`Sê Rojên Mê` Çîroka Sê Jinên Efrînê Vedipêje

`Sê Rojên Mê` Çîroka Sê Jinên Efrînê Vedipêje

`Sê Rojên Mê` Çîroka Sê Jinên Efrînê Vedipêje

Nujîn Qido: Ziman û regezê êş û azarê tune ye

 

Pirtûka "SÊ ROJÊN MÊ" navê pirtûka nivîskar û rojnamevana kurd ya xelkê Efrînê (Nujîn Qido)ye ku behsa çîroka sê jinên kurd yên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike ku sala 2018 di dema dagirkirina wî bajarî de hatine zindanî kirin.

(Nujîn Qido) nivîskara pirtûkê wê demê li Efrînê bûye û şahîdê çîroka her sê jinan bûye û wê karesatê bi awayê çîrokê di pirtûkekê de bi zimanê Kurdî -Latînî de belav dike..

Di wê barê de (Nujîn Qido) ku niha li Almanyayê dijî ji rojnameya Kurdistanî Nwê re got: Ev pirtûka min behsa çîroka sê jinên Kurd ên Efrînî dike di bin ronahiya şerê di sala 2018 li bakûr û rojhilatê sûriyê rûdayî bi taybetî jî ya li Efrînê. Peyama min tenê ji bo jinan nîne belkû min hewildaye êş û azarên jinan eşkere bikim, her weha erkê min di vir de dîtina çareseriyê nîne belkû geryane di dûv kilîtên çareseriyê ye û ronahiyê bixim ser wan êş û azaran.

Bi gotine nivîskar ew pirtûk ji 3`ê kurte çîrokan pêktê, çîrokên sê jinan di sê rojan de rûdaye vedipêje, Nujîn dibêje; ez şahidê wan wan rûdanan im û ji êş û azarên wan hersê jinan ku li Efrînê çêbûn sala 2018`an agahdarim.

Nujîn Qido weh gotina xwe didomîne û dibêje: Ew binpêkirinên rojane we li min kirin ku bi wan êşan bihesim û bi berpirsyartî behsa wan karesatan bikim ku heta roja îro ew êş berdewamin, ew yek jî bo min derket ku êş û azar ne regez û ne jî ziman heye, belku rastiyeke ku dibêje "Ez Kurdim" eşkere dike ku li bajarê min li Efrînê qewimîne.

Nujîn Qido keçeke Kurd ya xelkê Efrînê ye, li bajarê Şamê û Helebê mezin bûye û xwendiye paşê li Efrînê nîştecih bûye û fêrî zaravayê kurmancî bûye, ji bilî vê pirtûkê Nujîn xwediya romanekê ye bi zimanê Erebî ye ku sala 2021 hatiye çapkirin û niha jî ew li Almanyayê dijî.

Kurdistanî Nwê/ Eyaz Herkî

Ji bo dîtina babetê bi giştî li ser lînkê bitikîne...

https://www.knwe.org/KU/Details/17961?fbclid=IwZXh0bgNhZW0CMTAAAR0hpbnI6-RjdMNfQeDiITWlK4mnOT6pCT0ih6ucNphYE8uJ5VPKSDfHCjk_aem_AZ6e0AS3xHucaLnI2-TpwdeufaZKkXztdCKTQ8CHTPGBAjucWyvWyuADLkPjlxBBLWM8_-GmtBZ2sm6qSqMHxetV

XELAT

 

.