ROJAVA- Paşeroja Sûriye yê

Siyasetmedarê kurd Salih Dedalî ku bi xwe xelkê Kobanê ye û li bajarê Hewlêrê dijî , roja Çarşemê 3/9/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .

Di wê hevdîtinê de siyasetmedar Salih Dadalî ragihand ku hikûmeta veguhêz a li Şamê piştî hatina ser desthilatê ti projeyekî xwe ya siyasî û medenî ji bo paşeroja Sûriyeyê tune bûye her weha tu projeyek ji bo pêkhateyên Sûriyê nebû ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û ferehrengî.

Salih Dedalî diyar kir ku, êdî baweriya xelkê Sûriyê bi hev nemaye û ew jî jiber kiryarên hikûmeta veguhêz a nû li Sûriyê û ev yek Sûriyê ber bi parçebûnê ve diçe û tenê sîstemeke federalî dikare yekîtiya Sûriyê biparêze.

Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî  ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.

Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.

 

XELAT