Dr. Eskerê Boyik: Sekoya Kurmancî ku li bajarê Silêmaniyê hatiye avakirin gavekî giringe

Dr. Eskerê Boyik: Sekoya Kurmancî ku li bajarê Silêmaniyê hatiye avakirin gavekî giringe

Dr. Eskerê Boyik: Silêmaniyê di dilê me teva de bajarekî kurdewarî û rewşenbîrî ye

Dr.Eskerê Boyik: Qedir û qîmeta Mam Celal gelekî mezin bû di nava civaka me ya Ermenistanê de

 Serokê Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê û nivîskar û ronakbîrê Kurd yê Ermenistanê ku niha li Almanyayê dijî (Dr. Eskerê Boyik) ragihand ku, Sekoya Kurmancî ku li bajarê Silêmaniyê hatiye avakirin gavekî giringe. Her weha diyar jî kir ku, Silêmaniyê di dilê me teva de bajarekî kurdewarî û rewşenbîrî ye. Derbarê rola serok Mam Celal li nava hemû Kurdan de jî, Dr. Eskerê Boyîk got, qedir û qîmeta Mam Celal gelekî mezin bû di nava civaka me ya Ermenistanê de.

 Nivîskar û ronakbîrê Kurd yê navdar yê Ermenistanê (Dr. Eskerê Boyik) bû mêvanê bernama (Rojava) ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê bû ku ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî vet ê pêşkêş kirin.

Dr. Eskerê Boyik derbarê zimanê Kurdî de axivî û got: Dîrokê wisa kiriye ku Kurmanc bi gelek zimanan xeber didin, zaravayê ku parekî mezin Kurd pê diaxivin ew Kurmanciye, hindî başûrê Kurdistanê ye ku kurmanciya jêrîne (Soranî) xeber didin û hin jî beşê ku li Rojhilatê Kurdistanê de ne, mere çi lazime? Mere lazime ku hinek dibêjin lazime em zimanekî hevbeş seba Kurdan çêbikin, niha wextekî wisa ye ku dewleta Kurdan tune ye, derheqa zimanekî de xeberdan bi texmîna min ewqas jî acîle, gereke zaravayê Soran û bi heman awayî jî zaravayê Kurmancî jî pêşkeve.

Her weha di derbarê xebata Sekoya Kurmancî de ku ji aliyê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK`ê) ve tê serpereştî kirin Dr. Eskerê Boyik diyar kir ku, "Ez vê pêngavê ku di bajarê Silêmaniyê de hatiye avêtin gelekî silav dikim û gelekî tiştekî base, binêrin helbesta me ya kilasîk payê pirê wê kurmancî ye wek (Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyra, Cegerxwîn…. ) û yên pêre hatî biçûk û mezin gelekin bi kurmancî nivîsîne, zargotin û kilamên me kurmancî gelekin eve pêngaveke gelekî başe û gelekî xurte.

Aşkira jî kir û got: Ez bi xwe li ser qewl û beyta Êzdiyan xebitîm li ser dîroka Êzdiya xebitîme sedsala 11`an de heta niha ew qewl û beyta Êzdiya û ew ayîn û dînê Êzdiya giştik kurmanciye û divê em zaravayê xwe pêş de bibim û li ser wan bixebitin çawa li ser Soranî bi heman awayî li ser Zazakî û Loranî û Kurmancî û zaravayên din bixebitin. Jiber vê jî ev xebata Sekoya Kurmancî û Rojnameya Xelat dike pêngavekî gelekî başe, gelekî welat heziye û netewiyê ku li bajarê Silêmaniyê de hatiye danîn. Ez wê jî bêjim, bajarê Silêmaniyê bajarekî dîrokî û rewşenbîriya me li wir gelekî pêşde çûye, dilê me teva de ew bajar bajarekî xweş û bajarekî kurdewarî û rewşenbîrî ye.

Derbarê nasîna Serok Mam Celal de jî, Dr. Eskerê Boyik dibêje, "Wek nivîskarek ez Mam Celal baş nas dikim, Mam Celal pêşîkarekî me yê gelekî mezine, temamiya temenê xwe da azadiya Kurd û Kurdistanê qedir û qîmeta wî gelekî mezin bû di nava civaka me ya Ermenistanê de, niha jî ez qedr û qîmeta wî tu car ji bîr nakim, çaxê ew bû serokê dewleta Êraqê , ez wî çaxî komela me ya mala Êzdiyan hebû, ez jî serokê wê yê rewşenbîriyê bûm, min nameya pîrozbahiyê ji Mam Celal re şandiye û her hilbijartinek wî de min nameya pîrozbahiyê wî re şandiye, raste min Mam Celal nedîtibû lê Mam Celal serokekî Kurdan bû."

Sekoya Kurmancî