Rewşenbîrên Kurd û 100 saliya peymana Lozanê
Kar û xebat û erkên ronakbîr û rewşenbîrên Kurd di sed saliya peymana Lozanê de rojeva bernama Rojava ya ku li radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji aliyê mamosta Hozan Efrînî tê pêşkêş kirin li gel mêvanê hêja nivîskar û helbestvan mamosta (Rêber Hebûn) bû.
Hozan Efrînî destpêkê bernamê daxwaza nêrîna mamosta Rêber Hebûn kir wek rewşenbîr û helbestvan û nivîskarê Kurd ku xwendina wan û di derbarê peymana Lozanê de çi dibêje?
Rêber Hebûn ragihand ku, ev peyman yek ji navdartirîn peymana ne ku li dijî gelê Kurd pêkhat û Kurdistan hate parçekirin bi ser çar dewletan û gelek komkujî û qirkirin û înkar kirin li hember gelê Kurd hatine encamdan. Her weha hêviya xwe anî ziman ku rewşenbîrên Kurd li gorî perpirsyartiya demê tevbigerin û nehêlin tu peymanên din wek Lozanê pêk werin.
Rêber Hebûn behsa wê yekê jî kir ku, hêjmareka mezin ji Kurdistaniyan van rojan berê xwe dan bajarê Lozanê paytexta Swîsrayê daku di sed saliya wê peymanê de helwesta xwe bidin nîşandan. Ev peymanname bibû nexşerêya komji û qirkirin li ser gelê me ji aliyê welatên pêşkeftî yên zilhêz de. Her weha divê em hertim bixebitin daku em bikarin rolek pêşeng bilîzin ne tenê bi encamdana meşekê ya konferansekê bimîne belkû divê xebat her berdewam bin û ji civaka Ewropayê re em van peymanan aşkira bikin.
Hozan Efrînî ev pirs jî ji mamosta Rêber Hebûn kir ku çima hemû dewltên dagirker li ser Kurdistanê Kurdan wek cudaxwaz dibîn û mafê wan yê rewa înkar dikin?
Rêber Hebûn got, peymana Lozanê ji bo serxwebûna komara Turkiyê bûye û parastina mafên kêm neteweyan bû wek Ermenî û asûrî suryanî û keldanî. Ev peyman ji aliyê welatên mezin yên serkeftî di şerê cîhanê yekem ya cîhanê de (Inglîz û Fransa û Turkiyê û Îtalya û Yûnan û Yuguslafiya û Japonya) ve hate îmza kirin. Her weha di peymana Lozanê de Turkiye wek nexşe hate qebûl kirin lê ji bo Kurdan gelek zilm hate kirin û siyasetên înkarê û qirkirinê li ser hatin meşandinê. Her çend peymana (Sîverê) ya sala 1920`an gelek baş bû ku mafê Kurdan hate naskirin lê mixabin Lozanê ew peyman red kir û welatên biryar bidest ev yek pêkanîn.
Li ser pirsa ku dibêjin (Hesen Xeyrî) sebeb bû ku Lozan pêk were? Rêber Hebûn diyar kir ku, piştî îmzakirina Lozanê sala 1923`an naveroka wê 143 bend ya xal bûn û 9 mehan dirêj kir û mesela Hesen Xeyrî wek çîrokekê ye, çûnkî ew bi xwe jî li dadgeha serxwebûnê ya Tirkiyê di sala 1925 hate bi darvekirin, gotinek wî jî heye ku gotiye "Gelê Kurd encamê ji me wergirin û tu carî neyên xepandin û hemû tiştê Kemalîstan bi navê şerefê tînin ziman nerastin û xapînokin".
Derbarê Pirtûka xwe de jî Rêberê Hebûn anî ziman ku, têde behsa mirovê hişmend dike ku çawa desthilatdaran keda wan dixwe û dibêje; "Min behsa rola ragihandina serdest kiriye û min behsa rewşa hêzên Kurdî û buhara Erebî jî kiriye. Her weha rûbirûbûna tundrewiyê û îslama siyasî, her weha evîn û cenga Kurdistanî beşek ji mijarên pirtûka wî ne. Di dawiyê de jî min behsa Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û piştre jî çûme Bakûrê Kurdistanê û min behsa civakê û terora dewletê kiriye û ronahî xistiye ser mijara (serokê sembol) û her weha awayê çareseriyê ya pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Mijara çima zindan tejîne ji siyasetmedaran jî babetên pirtûkê ne. lê mixabin heta niha pirtûk wî deng vendaye ji ber çanda me ku heta rewşenbîr û nivîskarên me zindîne kes qîmeta wî nizane lê piştî ku ji dunyayê diçin taze pehsa nirxên wî dikin.
Ji aliyê xwe ve Hozan Efrînî hêvî xwest ku dengê wî bighîje her kesî taybet derbarê pirtûka Rêber Hebûn û weha got; em li we pîroz dikin vê pirtûka bi nirx û bi navê radyoya (Dengê Gelê Kurdistanê) em spasiya wê dikin.
Sekoya Kurmancî