ZANA Û ZANYARÎ

ZANA Û ZANYARÎ

Nivîs: Mehmet Emîn Aslan

Di rêjeya zemanê de, du dê û bab, zor xezan û nezan bûn. Kurek wan hebû. Navê wî danîbûn Zana. Zana bibû penç salî, bavê wî dixwest wî bişîne ber berxikan. Lê dayikê digot:"kuro em ji xezanî û nêzanîyê ji hêz çûne. Êdî bese, divê em Zana bişînin hicrê, da wekê navê xwe zana be. Bila ewrê xezanî û nezanîyê ji ser jîyana me rabe. Bila mala me jî bi ronahîya 'ilmê ava be..."

Babê zana pêşnîyara dayîkê pejirand. Zana şandin hicra feqîyan. Zana di demek kin de bi 'ilm û adabê meşhur bû û li pirsgirêkê navxweyî û cîhanî xwedî derket û bû berpirsiyarê mafê mirovan. Ji heremê derket û li cîhanê hate nasîn. Dayîn û sandinê nav cihanî berdewamkir. Hemî bûyerê navxweyî li labaratuara cîhanê, da ber tehlîlan. Pergal, ji kar û xebatê Zana zor zor nerihet bû.

Dê û bavê wî jî bi vê rewşa xwedîderketina li mirovahîyê fexir dikirin. Dayîkê digot:"mêrik ka mêzek! Ger te Zana bişanda ber berxika wê di dawîyê de biba şivan. Lê çû hicrê bû xwedîyê derd û kulê mirovahî yê. Îro li hemî cîhanê tê teqdîrkirin. Ev rewş ji bo dê û baban çi bextewarîkî mezin e!" Zana gelek bi eşq û evîn karê xwe dimeşîne.

Rojekî berpirsiyara gazîkir û teklifa kar û xebatan danê. Şirovê jîyanek binirx û rutbe û payeyê desthilatdarîyê jê re şîrove kirin . Tevhev xwarinek xwarin. Ev teklîf zor balkêş bû. Lê pêdivîya Zana kêmek bi fikirandinê hebû û Zana fikirî: kesek ji nav feqîr û bindestan were, dibe ku darê desthilatdaran bigre û bibe emel û qesasê dê û bab û bira û xwîşkên xwe? Nekarîbû wê teklîfê bipejirîne û bibe amûrê pêkanîna emelê pargalê li ser civakê. Serê wî zor tevlihev bû. Biryardayîn zor û zehmet bû. Hatibû asta biryarê. Bi nişkeva qêrya û got:"ji desthilatdarîyê re na! Ji zordarîyê re na, ji hiquqê serdestan re na...!

Armanca jîyanê ezmûn e, dayîna ezmûnê xwedîderketina wijdanî ye, wijdan jî berpirsiyarî û xwedîderketina li serdestîya hiquqî ye. Belê, bi awayê min ders ji seydayan sandibû, rêka bihiştê di nava gel re derbasdibe. Ji bo keda babê min û şîrê dayîka min li min helalbe, heta jiyana min a dawîn ez kesek ji gel im û gel jî ji min e!

Sekoya Kurmancî