Evîndara zimanê kurdî helbestvan Mizgîn Hesko bi yekcarî ji nav me barkir
Helbestvana kurd Mizgîn Hesko evîndara zimanê şêrînî kurdî, bi yekcarî ji nav me bar kir.
Zimanê kurdî yekek ki jêderên sereke a netewî ye ku gelê kurd pê te naskirin û bi taybetî dirêjpûder û xwedîlûderketin û bikaranîna nivîsî û amadekirina pirtûk û çêrok û helbest û romanan bo zimanê şêrîn a dayîkê.
Dema nemir Mizgîn Hesko bi bê xatir xwestin ji nava me bar dike, ev yek ziyaneke mezin e derheqê pêşxistin û xwedîderketina li ziman û çand û hunera kurdî ye.
Her çende ku wê xwîşkê dikanî erkên xwe ên netewî li hemberî çand û huner û zimanê dayîk û nîştimanî kurdî bi cih bike û wîjdanê xwe asûde bike, lê koça dawî ya wê ziyaneke mezine ji doza me ya çandî û hunerî re.
Dilovaniya Yazdan li rewampakiya Mizgîn Hesko be û serxweşiyê li hemû kesûkarên rewanşad dikin.
Kurtejiyana Helbestvan û Nivîskar Mizgîn Hesko
- Di 20ê Sermaweza (Mijdar) 1973an de, li gundê Şelhûmiyê (Tirbespiyê) ku girêdayî Qamişlo ji dayik bûye.
- Qûnaxa dibistana seretayî, navendî û amadeyî (lîse) li Tirbespiyê xwendiye.
- Bi Erebî dest bi nivîsandinê kiriye, lê ji ber heza zimanê dayikê ew zû dest ji Erebî berdide.
- Yekemîn helbesta wê ya bi kurdî di kovara Gelawêj de, sala 1988an de, hatiye belavkirin.
Pirr ji helbest, nivîs û gotarê wê di piraniya malper, rojname û kovarên kurdî de hatine belav kirin.
- Ji sala 1996an de, ew li Elmaniyayê dimîne.
- Li Elmaniya Floristik ( Florîstîk ) xwendiye û di sala 2004an de Diplom wergirtî ye.
- Ji Gulana 2015an de, ew ji endamên desteya birêveber ( beşa Kurdî ) ya Kovara Pênûsa Nû ye.
- Ji endamên Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriyê ye.
- Çar caran ew hatîye xelatkirin.
- Xelata rêzgirtinê ya Seydayê Cigerxwîn/ Hannover 2012/ Ji aliyê Partiya Demuqrata kurd Pêşverû.
- Xelata Mihrecana Helbesta kurdî li derveyê welat / Essen 2013/ Ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamavanên Kurd.
- Xelata Rûdoz
- Xelata Seydayê Tîrêj ya yekem sala 2022/ Ji aliyê Yekîtiya Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûriyê.
Hêjayî gotinê ye ku yekemîn Helbesta Mizgîn Hesko bi Elmanî di Novembera 2020- an de û ji layê pirtûxaneya Frankfurtê ya nîvdewletî hat hilbijartin weku yekek ji baştirîn Lîrkên nûjen.
Ji berhemên wê yên çapkirî:
1- Tîpên evînê, Avdara 2007 ( helbest ).
2- Asoyekî tijî Endeko, Tîrmeha 2008 ( helbest ).
3- Di nav henasên kovanan de, Avdar 2010 ( helbest ).
4- Li ber pala welatekî birîndar diherikîm, Avdara 2012 ( helbest ).
5- Ristek Lal e, Rezbera ( Êlûn ) 2013 ( helbestên dema seretayî ).
6- Ber bi werzên hezkirinê ve, Sermaweza ( Mijdara) 2015 ( helbest ).
7- Rêgehên keskîn, Gulana 2019 ( helbest ).
8 - Ji Bexçika jiyanê, Sermaweza ( Mijdara ) 2020 ( Rojnivîs, hin nerîn û dîtin û çîrokên rastteqîn ).
9- Nexşeya rewanê bêdengiyê, Avdara 2021( helbest ).
10- Surperiya zîvê sihirdar - Avdar 2022 ( helbest)
Ji berhemên neçapkirî
- Ji Ferhenga Lêgeriyanê- Rojnivîs, hin nerîn û dîtinên taybet -/ Nêzîk dê bête çapkirin/.
- Sebeta Şekir / helbestên zarokan.
- Hirçê qeşayê ber bi kû ve / Werger ji Elmanî.çîrok ji bo zarokan/.
- Refek ji helbestên nuh.
- Salamanderê Reşik / projeya Romanê/.
- Hemû gotarên min/ Berhevkirina gotarên Mizgîn Hesko di yek berhemê de/
Kurtejiyan ji aliyê nivîskar Dilawerê Zingî hatiye nivîsandin...
XELAT
