Navê Sûriyeyê Û Naveroka Wê Ya Rastîn

Navê Sûriyeyê Û Naveroka Wê Ya Rastîn

Nivîskar û lêkoler: Zeynelabidîn Zinar

Ev welatê bi navî KOMARA EREBÎ YA ŞÛRIYEyê, piştî şerê navxwe yê 13 salan, bi hatina Ehmed Golaniyê kurdnijad re geha bêdengiyê.

Lê ew civatên herêmî ku di wan 13 salên şer de hewqas bûne pisporê şeran, li benda bihnvedanekê ne, ka wê kengê dîsa dest bi xirecirê bikin an wê aştiyeke navxweyî çêbibe, hêjî ne diyar e.

Dema meriv dikeve kûrahiya mêjû, herwekî navê ÎRANê, welatek bi navê SÛRIYEyê tune. Berê ji wê axê re digotin Welatê Şamê.

Peyvika ŞAMê jî herwek navê Enqere (Engûrya) û Bexdayê, kurdî ye û navê rojê ye, di klasîkên kurdî de jî hatiye bikaranîn.

Peyvika SÛRÎ, ji sê riyan hatiye û kurdî ye.

Li wî welatî yekî tenê jê Ereb nebû. Piştre ew hatine wê herêmê û pezê xwe çêrandine, merivatî bi Kurdan re çêkirine û li wirê mane.

Faris jî, herwekî Terekeme û Turmanan biyanî ne, ji Hindistanê hatine û li nava Kurdan xwe bi parsê xwedî kirine.

Jixwe wek nijad têkiliya Azeriyên Îranê bi Tirkan re tune, ew Arî ne û zimanguhertî bûne.

Şam demekê navçeyek bû û bi dewleta Kurd a Merwanî ve girêdayî bûye.

Ew çiyayên bi navê GOLANê ku niha di destên Îsraîlê de ye, axa Kurdan bûye û navê wê jî kurdî ye.

Ew Ehmedê ku niha li Şamê wek serokê dewletê hatiye diyarkirin jî, ji wê Golanê ye û ji eşîra Kurdên BERAZî ye.

Ew bajarê ku bi navê Der´a ye jî, bajarê Kurdan bûye  û navê wî yê rastîn DARA ye. Li rojavayê wê herêmê Kurdên Dûrzî cihwar in û ew ji azbata Rostemê Zal in.

Îro çendî ku netewe û civatên li Sûriyê di metirsiyeke mezin de ne û nizanin ku wê pêşeroja wan bibe çî, ji aliyekî ve heqlî ne. Ji ber ku destûr û projeyên ku li pişt deriyên radayî çêdibin, demeke dirêj şûnde eşkere dibin.

Lê ew hêzên ku Ehmed Golanî hinartine Şamê û bê ku berikek li pêşberê wî biteqe, herweha destûr dane Beşar Esed jî ku bi 200 ton zêr û bi barê 21 balafiran here  Moskovayê, wan projeya çareseriya Sûriyeyê jî amade kiriye.

Divê meriv ne reşbîn be û biryarên kongreya Danîmarkayê jî (1991) jibîr neke ku wê her milet bigîje mafê xwe ger têxe hesabê, Sûriye wê bibe dewleteke federal. Yan jî wê Şam mina berê, dîsa bi Kurdistanê ve bête girêdan.

Xwedayê mezn ya xêrê ji welat û neteweyê me re bike.

Her şad û bextewer bin…

25/ 02/ 2025.

XELAT