Jinên Cîhanê 25ê Mijdarê bibîrtînin
Îro, 25ê Mijdarê, civaka navnetewî Roja Têkoşîna li dijî Tundûtujiya li dijî Jinan bibîrtînin, di demekê de ku rêjeya tundiya fîzîkî, regezî û zayendî li seranserê cîhanê bi awayekî tirsnak zêde dibe.
Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmet û saziyan dike ku tedbîrên tundtir ji bo parastina jinan bigirin û tekez kir ku tundiya li dijî jinan tevî hewldanên berdewam 'binpêkirina mafên mirovan' dimîne.
Gelek welatên Ereb û navnetewî, herwiha li her çar aliyên Kurdistanê, di çarçoveya kampanyaya '16 rojên aktîvîzma Li dijî tundûtujiya zayendî' de bûn şahidê çalakiyên hişmendiyê, di nav de semîner, meşên sembolîk û ronîkirina avahiyan bi rengê porteqalî wek îfadeya piştgiriyê ye. Çalakiyên îsal li ser metirsiyaa tundûtûjiya dîjîtal, di nav de zordariya înternetê, destdirêjiya bi rêya înternetê, yek ji zêdetirîn cûreyên tundûtûjiyê di salên dawî de tê hesibandin.
Rêxistinên mafên mirovan piştrast kirin ku têkoşîna li dijî tundûtûjiyê qanûnên biryardar, piştgiriyeke mezintir ji bo qurbaniyan, her weha zêdekirina hişmendiya civakê ji bo kêmkirina kiryarên kedxwarî yên ku bandorê li jin û keçan li seranserê cîhanê dikin
Xelat-Roşîn Serêkanî
