Xwendin Jiyan e

Xwendin Jiyan e

Nivîs: Merwan Berekat

 

▪Her ku mera pirtûkeke felsefî  dixwîne, mera bêhtir jiyan, civak û hin rastiyan dinase. Lewra xwendin jiyan e.

▪Her ku mera helbestên Mileyê Cizîrî,Ehmedê Xanî û Feqê Teyran dixwîne, mera bêhtir felsefe,  helbestvanî û dewlemendiya zimanê Kurdî hestiyar dinase. Lewra xwenidin jiyan e.

▪Her ku mera pirtûkekê dixwîne, mera tiştine nû fêr dibe û quncikên tarî kêm dibin. Lewra xwendin jiyan e.

▪Her ku mera pirtûkekê dixwîne, mera xwe û derdora xwe bêhtir dinase. Mera kêm dilikume, kêm şaş dibe û bêhtir rêzgirtina xwe digire.   Lewra xwendin jiyan e.

▪Her ku mera pir dixwîne, mejî û ramanên mera ji zanîstê tên avdan û helwestên mera ji çavikên zanînê der dibin. Lewra xwendin jiyan e.   

▪Heger tu naxwezî nezin bijî û nezan bimirî, hevaltiya pirtúkan bike û ta li dunyayê bî wê hevaltiyê biparêze. Xwendin jiyan e.

▪Civak, welat û siberoja bi nezanînê ava nabin. Zanîn bingeha serkeftin, pêşketin û xweşjiyanê ye. Kaniya zanînê xwendin e.

.    Lewra xwendin jiyan e. 

 

Efrîn: 30. 05. 2024

 

XELAT