ROJAVA- Danûstandina Kurd û Şamê
Serokê Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif, roja çarşemê 13/8/2025 ji Spaniya bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de Serokê Tevgera Xwebûn Ebdulbaqî Yûsif behsa astengiyên di danûstandina di navbera Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta demkî ya Şamê kir.
Her weha Ebdulbaqî Yûsif tekez kir ku hikûmeta demkî a Sûriyê di aloziyan de dijî û li cihê çareseriyê û diyalogê komkujî derheqê Elewiyan û Durziyan encamdan û krîza Sûriyê kûrtir dikin.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
