HORÎ- Rêkeftina Sûriye û Îsraîl

Endamê nûnertiya Xweseriya Rojava li Herêma Kurdistanê (Fethûla Huseynî) , roja şemî 26/7/2025 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Fethûla Huseynî, di wê hevdîtinê de bal kişand ser danûstandinên bi serpereştiya Amerîka û Fransa yên di navbera desthilata demkî ya Şamê û pêkhateyên di nava Sûriyê de û bi taybetî digel Durziyan û Kurdan û Elewiyan de her weha rêkeftina Sûriye û Îsraîl hate gotûbêj kirin.

Fethûla Huseynî, tekez li wê yekê kir ku, desthilata demkî ya li Şamê bi serokatiya Ehmed Şerih nikare bi tena xwe Sûriyê bi rêve bibe û take hêza ku îro li Sûriyê liser heve û amade ye ji bo pêşeroja Sûriyê hêza HSDê û Rêveberiya Xweser e û bi bê sîstemeke nanevendî Sûriye birêve naçe.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

 

Xelat