Xelata zêrîn ya `Bile` li Silêmaniyê bi merasîmekê tê pêşkêş kirin

Xelata zêrîn ya `Bile` li Silêmaniyê bi merasîmekê tê pêşkêş kirin

Îro sêşeme 23/4/2024 di merasîmeke hêja de li telarê Huner li bajarê Silêmaniyê xelata zêrîn ya (Bile) bi kesên nimûneyî tê pêşkêş kirin.

Xelata zêrîn ya (Bile) salane di bîranîna koça dawî ya Mamosta Îbrahîm Ehmed birêve diçe û bi kesên nimûneyî tê dayîn, ku par 9 xelat hatine belav kirin û ji bo dayîka nimûneyî, nivîskarê nimûneyî, parastina ziman, dadwerê nimûneyî, lêkolîna nimûneyî, çalakvanê nimûneyî, nivîskar û ekademîstê nimûneyî, dostê nimûneyî yê gelê Kurd û rojnamevan û nivîskarên nimûneyî yên dostê gelê Kurd hatine pêşkêş kirin.

Sala 2001`an saziya (Îbrahîm Ehmed) hatiye ava kirin ku salane xelata (Bile) pêşkêş bi kesayetiyên diyar û serkeftî tê kirin.

Îbrahîm Ehmed, ku bi (Bile) jî tê naskirin di temenê 86 saliya xwe di demjimêr 5`ê êvariya roja 8`ê Nîsanê sala 2000`an de li bajarê Londonê koça dawiyê dike û termê wî li Silêmaniyê hate veşartin.

XELAT