9 sal bi ser cenosîda Kurdên Êzdî re derbaz dibe

9 sal bi ser cenosîda Kurdên Êzdî re derbaz dibe

Sibeha roja 3`yî meha Tebaxa sala 2014`an terorîstên DAIŞ êrişî devera Şengalê û gund û navçeyên dewrûberê wê kirin û komkujî bi ser xelkê me yê Êzdî pêkanîn. Di encama wê komkujiyê de zêdetir li 10 hezar Kurdên Êzdî şehîd û bêsercih bûn û 360 hezar kes jî ji warên xwe koçber bûn. Her weha terorîstan çendîn gund û perestgehên Êzdiyan wêran kirin û bi komî mêr hatine kuştin û hatine binax kirin û jin û keçên Êzdiyan wekû kole şandin Musilê û Reqayê li Sûriya û deverên jêr destê DAIŞ de û zarok jî ji bo xizmeta desthilata xwe perwerde kirin û di şerê xwe de bikar anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina Kurdên Êzdî, hêjmara wan kesên jiber êrişa DAIŞ hatine revandin 6 hezar û 417 kes bûn ji wan 3 hezar û 548 kes jin û keç bûne û 2 hezar û 869 kes jî xort û zilam bûne. Her weha ji wê hejmarê 3 hezar 570 kes hatine rizgar kirin  ji wan (hezar û 208 jin û 339 zilam û hezar û 66 zarok keçin û 957 zarok jî kurin).

Her weha li gor amarê di encama tawanên DAIŞ de nêzîkî 5 hezar Êzdî şehîd bûne, heya niha jî 83 gorên komî û hêjmarek korên take kesî li Şengalê hatine dîtin û 68 mezargeh jî hatine jinavbirin.

Nivîsgeha rizgarkirina Kurdên Êzdî hêjmara Kurdên Êzdî li Êraqê pêş şerê DAIŞ (550) hezar kes bûn niha 135 hezar û 860 kesin ku li nav kampên Herêma Kurdistanê de dijîn û zêdetir li 120 hezaran jî koçberî welatên derve bûne.

Sekoya Kurmancî