EZ NE POŞMAM IM

EZ NE POŞMAM IM

Nivîskar: Merwan Berekat

 

Min carekê xwest ez bibim keysebaz. Serê min li keviya maseya min a xwendinê ket, dilopek xwîna reş ji pozê min herikî û hişê min vegeriya serê min.

Xwezî serê hemû keysebazan li dîwaran kevin.  

Min carekê xwest ez bibim xwediyê ezîtiyeke herî mezin. Dayîka min bi şemaqeka xwe serê min gêj kir. Ez rasteçep li dor xwe zîvirîm, hişê min vegeriya serê min.

Gelo ezperest bê dayîk in?

Min carekê xwest ez bibim noker, li danê sibehê bavê min bi tifa xwe rûyê min şuşt. Hişê min vegeriya serê min. Min herdu destên bavê xwe maç kirin.

Gelo tifa bavê nokeran ziha bûye?

Carekê hêviya min we bû ez bibim wezîrek ji yên dewleteke ku welatê min dagîr kiriye û bi dil can li dijî miletê xwe kar bikim. Dêpîra min bi pêlava xwe ya kevn li nav çavên min da. Hişê min vegeriya serê min.

Wezîrên Kurd ên ku ji dijmin bêhtir dijîtiya doza gelê xwe dikin, gelo dêpîrên wan pêxast in?

Ez bi zanebûn û kanebûna xwe di ber doza gel û welatê xwe de xebitîm. Ti carî xwîna reş ji pozê min neherikî. Dayîka min her sibehê rûyê min maç dikir. Bavê min ê çotkar bêhna xweş bi ser min de direşand. Dêpiîra min a heftêsalî gurzek nêrgiz diyarî min dikir.                

Qamîşlo: 06. 08. 2025

XELAT