Kooperatîfa Teknolojîyê: Ji Kedê Ber Bi Hevparîya Zanyarîyê
Nivîs: Xeratê Civaknas Zeki Altuboğa
Di sedsala 21’an de, hêz êdî ne tenê di destê sermayeya mezin de ye; hêza rastîn di kordînasyona aqil, teknolojî û enerjiyê de ye. Modela "Kooperatîfa Teknolojîyê" (KT), bersiveke sosyolojik e li dijî pergala monopalîst ku kedê tenê wekî amûrekî karkirinê dibîne. KT, karker nake "karker", wî dike "xwedîyê aqil û hevparê hilberînê".
Wêneya "Sûreya Fîl" ku min parve kır. , felsefeya vê makaleyê ye: Tankên giran (pergalên kevin) li hember firokeyên piçûk (aqilê teknolojîk û dabeşkirî) têk diçin. Ev proje, ne tenê dikanek an kargehek e; ev "Sîstema Parastin û Geşedana Civakî" ye ku xwe dispêre enerjiya hîdrojenê, elektrîka ezmanî û zanyariya endezyariyê.
PROJE: KOOPERATÎFA TEKNOLOJÎYÊ (KT)
Slogan: "Aqilê Hevpar, Enerjîya Azad"
- ARMANCA PROJEYÊ
Avakirina torgilokekî pîşeyî ku endezyar, teknîsyen û hostayan tîne cem hev da ku di warên stratejîk (enerjî, robotîk, teknolojiyên gundewarî û parastin ) de hilberînê bikin û serxwebûna aborî ya herêmî mîsoger bikin.
- STRATEJÎYA RÊXISTINBÛNÊ (Modelê 10+ Şube)
Proje bi 10 endamên damezrîner (Endezyarên Elektrîk, Teknolojî û Mekanîk) dest pê dike:
* Navenda Bakur (Tirkiye): Navenda R&D (Lêkolîn û Geşedan) û Koordînasyona Giştî.
* Şubeya Başûr (Hewlêr): Navenda Bazirganî û Dîplomasiya Teknolojîk.
* Şubeya Rojava: Navenda Sepanên Gundewarî û Enerjiya Alternatîf, Û pratîk.
* Dîyaspora Ewropa: Ofîsa Transfera Teknolojiyê û Fînansekirina Projeyan.
- PÎLANA PERWERDEHIYÊ (Modelê Mamostetî û Hostatî)
* Transfera Aqil: Komele dê xwendekarên herî jêhatî bişîne navendên cîhanî (Çîn, Ewropa, Kore, Amerîka).
* Garantîya Vegerê: Ev xwendekar gava vegerin, nabin karkerên kesî; dibin "Hosta" û "Mamoste" yên kooperatîfê û di kargehên seyyar de perwerdehiya hîdrojen û kehrebayê didin.
Lİ zanîngehê welat Beşê teknolojîyê vedikin. Xwendekar perwerde dike. Peyre atolyeyên arge û hilberînê vedikin.
- WARÊN TEKNÎKÎ YÊN SEREKE
* Enerjîya Kehrebayê ya Ezmanî: Pêşxistina sîstemên ku ji çavkaniyên xwezayî elektrîkê hildiberînin.
* Teknolojîya Hîdrojenê: Ji bo veguhastin û germkirinê, bikaranîna hîdrojena ku bi rêyên ekolojîk tê hilberandin.
* Sîstemên Erdî û Ezmanî (Drones & Robotics): Ji bo çandinî û parastina herêmî, hilberîna amûrên otonom (Wekî wêneya Ebabîlê).
- MODELA ABORÎ: KEDA ȘIRÎKATÎYÊ (Yek Seet)
Kooperatîf li ser bingeha "Parvekirina Kedê" ava dibe. Li vir hiyerarşî tune ye, "Liyakat" heye. Her saeta ku endezyarek an hostayek dide kooperatîfê, dibe pişka (hisseya) wî ya di nava mal û milkê kooperatîfê de.
- GAVÊN DESTPÊKÊ (Çi Divê Bête Kirin?)
* Amadekirina Tüzükê: Nivîsandina "Destûra Kooperatîfê" ku mafê her 10 endaman û modelê şubeyan diparêze.
* Prototîp: Li arazîyên Me yên li Yalovayê, avakirina yekemîn "Atolyeya Enerjî û Teknolojîyê".
* Tora Siyasî û Herêmî: Bikaranîna pêwendiyên bi şaredariyan û partiyan re ji bo peydakirina lojîstîk û qadên ceribandinê.Her weha bazirgan.
Dema șunek vekin, kêsen a) .CÎ DIDIN. DIBIN ŞIRÎK.
b.KÊSEN sermîyan didin dibin şirîk. c. Kesên ked didin dibin şirîk.
* Encam:
* Ev "Kooperatîfa Teknolojîyê" ne tenê xeyalek e; heke em aqilê 10 endezyaran bi axa Yalova, Hewlêrê
Welat û ewrûpa re bikin yek, em ê "Îlûzyona Hêzê" ya pergalên kevin parçe bikin û "Qanûna Ebabîl" a aqilê nû ava bikin.
Xelat
