Ji Bîranînan Bo Bîra Kolektîf: Gelawêjxan, Şahida Serdemekê

Ji Bîranînan Bo Bîra Kolektîf: Gelawêjxan, Şahida Serdemekê

Nivîskar: Burhan Şêx Reûf

Nivîsandina kurtejiyanê û şopandina meşa kesayetên karîzmatîk û îkonên gelêrî ne tiştekî nû ye, lê her gav ji perspektîfeke dîrokî û wêjeyî ve nirxek mezin û girîngiyek taybetî girtiye. Nivîsandina biyografîk, di naveroka xwe de, rengek ji rengên dîrokê ye, ji ber ku ew rasterast bi ezmûna takekesî re têkildar e. Her çend ev ezmûn di serî de ezmûn, zanîn û pisporiya nivîskar û hestên wê nîşan dide jî, biyografî, berî her tiştî, bîranînek bûyeran e, û girîngiya wê dibe ku mezintir bibe dema ku nivîskar şahida herî nêzîk ê bûyeran an jî beşdarê wan be.

Li ser ronahiya vê têgihîştinê, bîranînên Gelawêjxan dikarin di navbera otobiyografî û nivîsandina dîrokî de werin danîn, ji ber ku ew herduyan bi hev re dikin yek. Gelawêjxan ne tenê hevjîna mamosta Îbrahîm Ehmed - Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê û helbestvan û romannivîsê navdar ê mezine- lê belê şirîka jiyana wî bûye, hevalek jiyanê û hevrêyek di siyaset û ramanê de bû. Ew bû şahidê kêliyên girîng ên dîroka Kurd, ku bi bandorek kûr a siyasî û civakî ve hatine nîşankirin.

Tiştê ku Gelawêjxan ji jinên serdema xwe cuda dike ev e ku wê xwe bi hebûna malbatî an civakî ya ku jinên din, wek Adîla Xanim an Mestura Erdelanî, hebûn, sînordar nekir. Berevajî vê, wê qelem girt da ku bîranînên xwe bi hişmendiya jineke ramanwer tomar bike, bi vî rengî quncikên jibîrkirî yên dîroka tevgera Kurd ronî kir, çavkaniyek sûdmend ji bo lêkolîner û dîroknasên niha û pêşerojê.

Di pirtûka xwe de, "Bîranînên Nejibîrkirî", Gelawêjxan nivîsek tijî rastgoyî û hest pêşkêş dike, ku ji hêla Dr. Kemal Xembar ve wekî şahidiyek bêhempa tê pesinandin. Min jî ew pirtûk xwendibû û tê de ewqas rastgoyî dîtibû ku min ew dîsa û dîsa dubare dixwend.

Gelawêjxan keça hawîrdora Behdînan (Jina Kurmanc a Bakurî) bû, lê wê paşê bi Soranî (Kurmanciya Başûrî) nivîsand, roman û bîranînên ku êş û hêviyên Kurdan vedibêjin û jiyana wan li bakur û başûrê Kurdistanê di bin siya dewleta Êraqê ya nûjen de belge dikir, afirandin. Ev dirêjkirina zimanî û rewşenbîrî mîrateyek ji xalê xwe, mamosta Hemze Ebdullah e, ku bandorek kûr li ser hişmendiya wê ya destpêkê hiştiye.

Gelawêj xan bi berfirehî li ser zarokatiya xwe disekine, ku di bin nîrê zilm û bêpariyê de dijî. Ew heta dibêje, "Me qet kêfxweşî tam nekir, û me ji bilî zilm û zordariyê tiştek din nizanibû, ji bilî du salên kurt di dema desthilatdariya Ebdulkerîm Qasim de." Ew her weha hûrguliyên jiyana xwe ya li Besrayê û bîranînên zarokatiyê yên cûrbecûr tarîxan vedibêje, ku wê di bîra xwe de parastiye dema ku mirov navên hezkiriyên xwe jiber dike. Di bîranînên xwe de, ew rola welatparêz a girîng a ku ji hêla Kurdên Feylî ve li Bexdayê, nemaze li Bazara Şorce yê, ku li wir wan bandora aborî hebû ku alîkariya şoreşgerên Kurd ên siyasî û darayî dikir, tomar dike. Derbarê hestên xwe yên li hember zarokên xwe de, ew bi nermî dinivîse: "Her gava yek ji zarokên min nexweş dibû, ez jî pê nexweş diketim. Gelek caran, diya min destê min digirt, digiriya, ji min lava dikir ku ez tiştekî bixwim da ku tenduristiya xwe biparêzim. Ez bersiv didam, 'Ez nikarim periyekî daqurtînim dema ku zarokê min diêşe.'

Her çend civaka Rojhilat dîlê têgîna serdestiya mêran ma jî, mamosta Îbrahîm Ehmed keça xwe, Hêro, wekî dirêjpêdera xwe didît. Pêşbîniya wî jî rast derket dema ku Hêroxan bû sembola jiyana siyasî û çandî, nemaze piştî nexweşî û mirina mêrê wê, Serok Celal Talabanî.

Di bîranînên xwe yên li ser Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an de, Gelawêjxan kêliya ku Êraqiyan cara yekem li Radyoya Bexdayê bihîstin bi bîr tîne: "Evder Radyoya Komara Êraqê ye." Piştre ew bûyerên şoreşa Kurdî û hûrguliyên bilindbûna Serok Celal Talabanî wekî rêberek ciwan vedibêje, heta ku ew bû rûyek naskirî û navek di hişmendiya gel de heye.

Ew bi dirêjî li ser kesayetiyekî navdar bi navê Serok Kemal Mufti û rola wî ya qehremanî di pêvajoya biryardar ên li nêzîkî Çiyayên Hemrîn de, dema ku şoreş di lûtkeya xwe de bû, disekine. Bavê min, Şêx Reûf Kêlberze jî, ji min re piştrast kir ku wî şahidiya wan bûyeran kiriye, û ew ê di bîra neteweyî de bimînin.

Her çend Gelawêj xan tekez kir ku ew ne partîzan bû û ne jî siyasî bû, ew dengek welatparêziya rastîn bû, baweriya wê ew bû ku yekîtiya Kurdan ji hemû nakokiyan bilindtir e: "Dibe ku em di ramanên xwe de ji hev cuda bin, lê divê rêzên me li ber dijmin neyên şikandin."

Di dawiya pirtûkê de, me mînakên helbestên wê yên xweber xwendin, ku her çend wê xwe wekî helbestvan nedidît jî, evîna xwe ya kûr ji bo Kurdistanê nîşan dide:

Kurdistan, evîna min a bêdawî

Piştî Xwedê, ez xwe li te digrim

Di te de wijdanê min heye, û ji bo te hesreta min heye

Tu welatê bav û bapîran î

Û hêlîna dilê şehîd û mehrûman î.

Wergerandin ji Erebî/ Dawûd Çîçek

Xelat