LI WÊ ŞEVA RÊBENDANÊ

LI WÊ ŞEVA RÊBENDANÊ

Nivîskar û Helbestvan: Merwan Berekat

Li wê şeva Rêbendanê, di nav lêvên zinar û rîfên geliyê Lûlik de balinde li benda keçîniya sibeheke kenok bûn da ku siya firîna xwe li ser sîngê çiyayê Lêlûn bibezînin.

Li wê şeva Rêbendanê, kaniya Basûtê zelal diherikî û awazên xwe bi eşq diyarî kela Betalê Betêl dikirin û hilma xwe ya spî li ser sîngê Kelûşkê rêdixist.

Li wê şeva Rêbendanê, çemê Efrînê wekî demê diherikî û xewna kaniyên biçûk û mezin hemêz dikirin. Pêl dida û soz dida darên henar û sêvan ku li havînan wan bikenîne û semaya jiyanê diyarî wan bike.

Li wê şeva Rêbendanê, newala Sikurê heft gundên Meydana bi bêdengiya xwe xistibûn nav hêminiyeke xewnekirî û bîranînên şevên têrbaran bi bîr tanîn.

Li wê şeva Rêbendanê, pîrozgeha Parese Xatûnê qewlê Zebûnî Meksûr bi kurmanciyeke zelal di guhên erd û ezmên de dixwendin. Çiyayê Şêx Berkêt jê re nimêja Xoriyan dikir û êskînkên şevê radiwestandin.

Li wê şeva Rêbendanê, kela Horî bîranînên heft çerxan ji siberojeke ji hêviyan ducanî re dikirin gerdenên Newrozan û bi heneya feriştên Horiyan reng dikirin.

Li wê şeva Rêbendanê, kevirê Bûk serpêhateyên geliyê Tîra yên hatibûn jibîrkirin ji  çiyayê Hawarê yê ji bejna xwe bilindtir û ji sertiya zinarên xwe sertir re digotin.

Li wê şeva Rêbendanê, zoyê giran çîrokên çilberfa sedsala bîstê di bîrdaka xwe de dikeyandin û wekî parêzvanekî tirsnedîtî Bilbila xewnekirî hemêz kiribûn.

Li wê şeva Rêbendanê, zarokên nûbûyî şahiya jiyanê di dêmên dayîkan de diçandin. Sibeh li bendewar bû ku rojbûna wan bi navekî Kurmancî xelat bike.

Li wê şeva Rêbendanê, Cindirêsa dawkesk hêviyên xwe yên buharî ji memikên pêdariya jiyanê dimêjandin û hemêza eşqa xwe ya dêrîn ji şahiyên avdarê re amade dikir.

Li wê şeva Rêbendanê, li paş têlên sînorê terorîstana alxwînî, tarîperestiyê kîna xwe ya reş ji bo şewitandina gulistanên jînê amade dikir. Cewrêkên Holako û kodikên Cîngxan bi nexweşiya harîtiya bapîrên xwe yên hovîtîpetest ketibûn.

Efrîn: 20. 01. 2024

XELAT