Kewê, qehwexaneya herî kevin a Rojavayê Kurdistanê
Qehwexaneya `Kewê` zêdetirî 70 salan e ku li Rojavayê Kurdistanê cihekî kombûnê ye ji bo welatiyên biyanî û geştiyaran e.
Ebdilqadir Kewê, ku wekî (Hinu Kewê) jî tê nasîn, xwediyê Qehwexaneya Kewê ye ya li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re got:
Qehwexaneya Kewê di sala 1954an de ji aliyê bavê min (Mihemed Kewê) ve ve hatiye damezrandin û ji wê demê ve bûye cihekî bêhnvedanê ji bo welatiyan û xelkên herêmî û her weha geştiyaran. Serdema berê jî serokên hoz û eşîretan bi taybetî hozên (Dequrî û Gabarî û rûsipiyên Rojavayê Kurdistanê serdana qehwexaneya wean kirine.
Ebdilqadir Kewê dibêje, "Qehwexaneya me her roj ji saat di 7ê sibê heta 12ê şevê ji bo welatiyên Rojavayê Kurdistanê vekirî ye, ji bilî welatiyan, geştiyarên ji Sûriyê û heta Ewropayê jî serdana me dikin."
Ew yek jî zêde kir ku, qehwexana (Kewê) wekî qehwexaneya neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê tê zanîn û wekî mîrateyek çandî ya bajêr tê hesibandin ku yekemîn qehwexaneya Rojavayê Kurdistanê ye.

XELAT/ Kurdistanî Nwê
