ROJAVA- Kongireya pêkhatên Sûrî li Îsraîlê
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Mihemed li bajarê Hewlêrê, roja Yekşemê 24/08/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Di wê hevdîtinê de siyasetmedar Mehmûd Mihemed diyar kir ku Hikûmeta vegûhêz ya Sûriyê xwe ji hemû rêkfinan û lihevkirinan bi paş dixe bi taybetî piştî lidarxistina kongireya yekhelwestiya Kurd û konferansa pêkhateyên bakûr û rojhilatê Sûriyê.
Mehmûd Mihemed, tekez li wê yekê jî kir ku sîstema nenavendî ji bo Sûriyê baştirîn çareseriye ji bo rewşa Sûriyê û divê hemû pêkhate beşdarî di dahatûya Sûriyê de bikin û ev yek jî yekîtiya Sûriyê bihêz dike.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
